Di demeke nêz de wê pêşengehên erebeyan ji kolana Ş.Sarya Ozgur rabin

Li Kolana Şehîd Sarya Ozgur a bajarê Kobanê (Kolana 48’an), gelek pirsgirêk derdikevin. Şaredariyê ji bo çareseriyê xebat dabû destpêkirin lê belê xebat di wextê xwe de bi dawî nebû. Hevserokê Şaredariya Kobanê jî rexnedayîn ji gel re da û soz da ku di demeke nêz de wê pêşengehên erebeyan ji kolana Şehîd Sariya Ozgur rabikin.

Di demeke nêz de wê pêşengehên erebeyan ji kolana Ş.Sarya Ozgur rabin
Di demeke nêz de wê pêşengehên erebeyan ji kolana Ş.Sarya Ozgur rabin
Di demeke nêz de wê pêşengehên erebeyan ji kolana Ş.Sarya Ozgur rabin
Di demeke nêz de wê pêşengehên erebeyan ji kolana Ş.Sarya Ozgur rabin
Di demeke nêz de wê pêşengehên erebeyan ji kolana Ş.Sarya Ozgur rabin
Di demeke nêz de wê pêşengehên erebeyan ji kolana Ş.Sarya Ozgur rabin
Di demeke nêz de wê pêşengehên erebeyan ji kolana Ş.Sarya Ozgur rabin
13 tîrmeh, 2018   07:44

STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Şaradariya Gel a bajarê Kobanê di 1’ê Gulana 2017’an de dest bi avakirina buroypên kirîn û firotina ereban kir û heta niha pêşangeh neqediyaye diviyabû di 1’ê Gulana 2018’an de radestî xwediyên wan bihatana kirin. Şaredarî, ji ber lehiyên li bajêr û gundan çêbûne karên jê dihatin xwestin zêde bûn û di encamê de rastî gelek astengiyan hat.

Girêdayî mijarê ajansa me ANHA'yê nêrîna hin welatiyên Kolana Şehîd Sarya Ozgur (Kolana 48’an) wergirtin.

Welatiyê bi navê Mistefa Ebdo Abid ê ku di Kolana 48’an de sebze û mêweyan difiroşe, diyar kir ku gelek qezayên tirafîkê rû didin û rewşa çûn û hatinê di kolanê de dijwar bûye.

Ciwanê bi navê Ferhad Sadiq dukandarekî Kolana 48’an ne, diyar kir rojane nêzî 3 qezayên tirafîkê têde rû didin û wiha got: "Di kolanê de hejmara erebeyan  zêde ye û Şaredariyê jî heta niha rawestgehek ji van erebeyan re peyda nekiriye. Di encamê de gelek pirsgirêkên çûn û hatinê derdikevin." Ferhad di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku şaredarî buroyên erebeyan ji ji kolanê rabike.

Firoşkarê mêweyan Ehmed Baqî jî behsa heman mijarê kir û got ku ji ber qelebalixiya çûn û hatina erebeyan gelek pirsgirêk derdikevin û rexneyên xwe li Şaredariyê kirin û bang li Şaredariyê kir ku buroyên erebeyan ji kolanê rabike.

Hevserokê Şaradariya Gel a Kobanê Faris Etê lêborîna xwe ji gel xwest û sedema ku heta niha pêşangeha erebeyan ji kolanê nehatiye rakirin wiha anî ziman: "Li gorî projeyên ku me çêkirine pêwîst e di meha Gulana 2018’an de Kolana 48’an vala bibûya û buroyên hatine avakirin radestî xwediyên wan bihatibana kirin." Etê got ku sedema derengmayîna wan ew e ku proje û karên wan zêde bûne û alavên wan jî kêm in.

Faris Etê got ku dê di demeke nêzîk de buroyan radestî xwediyê wan bikin û kolan ji erebeyan  vala bikin û çûn û hatina di kolanê de birêxistin bikin.

ANHA