Şêniyên Hesekê cenazeya şehîd Riyad Ismaîl spartin axê

Bi sedan şêniyên Hesekê îro cenazeya şervanê YPG'ê Riyad Ismaîl (Esmer) ê di pêngava Bagera Cizîrê de li Dêrazorê şehîd bû li goristana şehîd Dijwar spartin axê.

Şêniyên Hesekê cenazeya şehîd Riyad Ismaîl spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeya şehîd Riyad Ismaîl spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeya şehîd Riyad Ismaîl spartin axê
12 tîrmeh, 2018   19:23

HESEKE

Girseya gel pişt cenazeyê şehîd Riyad Ismaîl ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin, bi kerwaneke erebeyan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve derketin rê. Li riya ketina goristanê gireseya gel cenaze ji erebeyan daxistin û li ser milan kirin. Girseya ku bê navber diruşme davêtin heta goristanê meşiyan. Li vir merasîm hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Dawûd axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û tekez kir ku ew ê ji bo jiyaneke azad û bi rûmet her xeta şehîdan bidomîn in.

Di berdewama merasîmê de endamê Fermandariya YPG'ê Şiyar Delîl axivî û got: "Em bejna xwe li ber şiyandariya şehîdan ditewînin û em soza şopandina riya şehîdên ku ji bo wela canê xwe fedakirine, didin. Em soza bilindkirina asta tolhildan û tekoşînê heta armancên şehîdan bighînin serî didin. emê Efrîn rizgar bikin."

Di merasîmê de her wiha endamê PYD'ê Mistefa Îsa axivî û got ku Sûriya di pêvajoyek hesas re derbas dibe lewma divê hemû gel bi yek destî li beranberî komplo tekoşîn bikin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, sivîlê şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeyan spartin axê.

(şx)

ANHA