Çeteyên Artêşa Tirk welatiyê astengdar kuştin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên derheqê welatiyên kantona Efrînê didomîn in. Çeteyên Artêşa Tirk welatiyê di mejî de astengdar ê ji gundê Mosaka ya herêma Raco revandin û paşê ew li Geliya Tîra kuştin.

Çeteyên Artêşa Tirk welatiyê astengdar kuştin
12 tîrmeh, 2018   19:13

EFRÎN

Çavkaniyekî ji gundê Mosaka ya herêma Raco ya kantona Efrînê ji ajansa me (ANHA) re ragîhand ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh di saetên êvarê de welatiyê bi navê Hisên Şêxo (52) ku di mejî de astendar bû, revandin û li nêzî Geliya Tîra ew êşkence kirin û paşê ew kuştin.

Çavkaniyan gotin ku şûna êşkenceyê di cenaze de diyar bû û destnîşan kir ku îro cenazeyê Hisên Şêxo ji aliyê gundiyan ve li gundê Mûska hate definkirin.

Şêniyên gundê Berad a navçeya Şêrawa jî îro cenazeyê welatiyê bi temen Hemdî Ebdo yê çend roj berê ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin, dîtin. Hate zanîn ku çeteyan dest û lingê Hemdî jêkiribûn û ew bi recmê kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li dijî şêniyên Efrînê didomîn in. ÇEte welatiyan direvînin, mal û milkên wan didizin û talan dikin. Heta niha çarenûsa bi hezaran welatiyên Efrînê yên ji aliyê çeteyan hatine revandin ne diyar e.

ANHA