′Divê gelê Başûr serî hilde’

Şêniyên bajarê Kobanê êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdisanê şermezar kirin. Şêniyan bang li gelê başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên PDK’ê serî hilde.

′Divê gelê Başûr serî hilde’
13 tîrmeh, 2018   04:48

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Artêşa tirk a dagirker ev çend meh e ku li dijî şervanênê tevgera azadiyê ya kurd li Qendîl û hinek herêmên din ji başûrê Kurdistanê êrîşan pêk tîne. Her wiha artêşa tirk a dagirker zêdetirî 30 km ji xaka başûrê Kurdistanê dagir kir.

Derbasbûna artêşa tirk ji xaka girêdayî dewleta Iraqê û hikumeta başûrê Kurdistanê lê tevî wê jî her du aliyan der barê sekinandina êrîşên ku derbe li serokatiya Iraqê xist û hemû pîvan û zagonên navdewletî binpê kirin, tu refleksên xwe diyar nekirin.

Di vê çarçoveyê de şêniyên bajarê Kobanê yê Bakurê Sûriyeyê ji ajansa me re li ser armanca dewleta tirk a dagirker û êrîşên wê li ser başûrê Kurdistanê re axivîn. Şêniyan got ku armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku xaka Kurdistanê dagir bike. Her wiha şêniyan siyaseta Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ku başûrê Kurdistanê bi rê ve dibe, şermezar kirin û got ku siyaseta wan alîkariya dijminê gelê kurd dike.

Welatiya bi navê Zelîxa Osman got ku dewleta tirk a dagirker hewl dide xaka gelê kurd dagir bike da ku xêr û bêrên wê ji xwe re bibe û ev tiş anî ziman: "Di destpêkê de dewleta dagirker di navbera Bakur û Başûr de dîwar ava kir da ku têkiliyên di navbera kurdan de qut bike. Lê dema ku xaka Efrînê dagirker yekser ew dîwar rakir ji bo ku wê jî bi ser xwe ve bibe."

Zelîxa Osman di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta tirk a dagirker heke hikumeta başûrê Kurdistanê destek nediyê, tu carî nikare xaka me dagir bike û wiha pê de çû: "Barzanî ji bo berjewendiyên xwe têkiliyên xwe bi Erdogan re xurt dike."

Hikumeta Başûrê Kurdistanê der barê êrîşên dewleta tirk li ser xaka wê de tu helwestên xwe diyar nekirin û tevî wê jî serokwezîrê hikumeta başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî di daxuyaniya xwe ya herî dawî de got ku PKK “hêzeke dagirker” e û dagirkeriya Tirkiyeyê ji xaka Başûr re rewa kir.

Her wiha welatiyê bi navê Hesen Bîro bang li şêniyên başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên malbata Barzanî ku bi tenê parastina berjewendiyên xwe dike, serî hildin û ev tişt got: "Hikumeta herêma Kurdistanê ji destpêkê ve bi xiyanetê tê naskirin. Ew wek kêrekê di cîgera gelê kurd de ye. Tevliheviyan di her çar parçeyên Kurdistanê de çêdike."

Ji aliyê xwe ve Emîna Ebas got ku Barzanî xiyanetê li xwişk û birayên xwe yên kurd dike û derfet dide dewleta tirk a dagirker ku êrîşî çiyayê Qendîlê bike.

Emîna di dawiyê de tekez kir ku dewleta tirk piştî ku armancên xwe pêk bîne dê êrîşî herêma Kurdistanê bike û wiha bi lêv kir: "PKK`ê bersiva hemû êrîşên li ser Şengal û herêmên din ji başûrê Kurdistanê da, ji ber vê pêwîst e ev êrîş werin sekinandin."

(bx/ew)

ANHA