Saziya petrolê ya Lîbyayê wergirtina benderên petrolê ragihand

Saziya Niştimanî ya Petrolê ya Lîbyayê îro ragihand ku benderên petrolê li rojhilatê welat wergirtine û diyar kir ku çalakiyên berhemdayîn û derçûyînê dê hêdî hêdî vegerin asta xwe ya asayî.

Saziya petrolê ya Lîbyayê wergirtina benderên petrolê ragihand
11 tîrmeh, 2018   11:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Niştimanî ya Petrola Lîbyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Xelîfe Hefter ku niha serweriya rojhilatê Lîbyayê dikin, benderên petrolê radestî saziya niştimanî ya petrolê kir ku navenda wê li Terablûsê ye.

Di daxuyaniyê de ku AFP’ê weşandiye, wiha tê gotin: "Saziya Niştimanî ya Petrolê asta xebatên xwe li benderên Raslanof, El-Sidar, El-Ziwêtîniyê û El-Herîqa rakir asta herî jor piştî ku vê sibehê bender wergirtin. Saziyê piştrast kir ku çalakiyên berhemdayînê dê hêdî hêdî di van saetên pêş de vegerin asta xwe ya normal."

Saziyê di Tîrmeha borî de hemû xebatên xwe yên berhemdayîn û derçûna petrolê li rojhilatê Lîbyayê rawestandibûn.

Hefter di dawiya Hezîranê de ragihand ku piştî ku komên çekdar ên di bin fermandariya Îbrahîm El-Cedran de biqewitîne, dê rêveberiya dezgehên petrolê radest bike.