Çeteyên dewleta tirk li Efrînê 10 kesên din revandin

Çeteyên artêşa tirk a dagirker 10 welatî ji gundê Kobaka yê girêdayî navçeya Mabata yê kantona Efrînê revandin û bi hinceta kontrolkirinê mal û milkên wan talan kirin.

Çeteyên dewleta tirk li Efrînê 10 kesên din revandin
11 tîrmeh, 2018   07:14

EFRÎN

Çavkaniyekî ji gundê Kobaka ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku çeteyên artêşa tirk a dagirker ên bi navê Tabûra Lîwa El-Şemal û El-Cebha El-Şamiyê beriya niha bi du rojan careke din êrîşî gund kir û 10 welatiyên gund bi hinceta ku çek li gel wan hene, revandin. Her wiha bi hinceta kontolkirinê jî mal û milkên welatiyan dizîn û telefonên şêniyên gund jî jê standin. 

Navên welatiyên ku hatine revandin wiha ne: Mihemed Nûr Ibrahîm (55), Iyanet Hemo kurê Henan (55), Menan Iyanet Hemo (30), Hesen Hemo kurê Reşad (46), Mistefa Mihemed Silêman (43), Fadil Hesen Yasîn (31), Kenco Hesen kurê Muxtar (55), Mistefa Hesen kurê Şêxo (30), Abdîn Hesen kurê Muxtar (58) û Gulgul Hemo kurê Henen (51). Hate zanîn ku welatiyên hatine revandin rastî îşkenceyê hatine.

Beriya du rojan jî 4 welatiyên heman gundî ji aliyê çeteyên artêşa tirk ve hatin revandin.

(ekîb/kc)

 ANHA