Jinên Helebê amadekariyên konferansa xwe ya duyemîn dikin

Endama Komîteya Amadekar a konferansa Kongreya Star a Helebê Hêvîn Silêman destnîşan kir ku ji bo lidarxistina kongreya duyemîn a Kongreya Star û her wiha ji bo nirxandina rewş, çalakiyên kongreyê û her wiha pêşniyarên pêşxistina xebata kongreyê, amadekariya konferansa xwe ya duyemîn dikin.

Jinên Helebê amadekariyên konferansa xwe ya duyemîn dikin
11 tîrmeh, 2018   07:15

ARŞÎN NECAR/HELEB

Bi dirûşma "Jina zana bingeha avakirina civaka demokratîk e" jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê di 15.01.2017'an de konferansa xwe ya yekemîn li dar xistibû. Piştî sal û nîvekê û ji bo nirxandina xebatên kongreyê, jinên taxê amadekariya konfransa xwe ya duyemîn dikin.

Endama Komîteya Amadekar a konferansê Hêvîn Silêman sedama lidarxistina konferansê wiha rave kir: "Ji ber rewşa Efrînê, binpêkirinên dagirkeriya tirk li herêmên Bakurê Sûriyeyê û Efrînê û ji ber rewşa hesas a ku niha em tê re derbas dibin, her wiha ji ber hin kêmasiyên ku ji aliyê rêxistînî ve di Kongreya Star de pêk hatin, me hewcedarî bi lidarxistina konferansê dît."

Her wiha Hêvîn tekez kir ku konferans ji bo birêxistikirin, aktîfkirin û azadkirina hemû jinên ereb, kurd, suryan, ermen û tirkmen pêwîst e.

Her wiha Hêvîn behsa amadekariyên lidarxistina konferansê kir û wiha got: "Me rêzecivîn ji bo hilbijartina rêveberiyên komînan û xetan li dar xist". Hêvîn destnîşan kir ku komîteya amadekar ji 5 jinan pêk tê.

Endama Kongreya Star Hêvîn Silêman bang li hemû jinan kir ku ji bo pêşaroja Sûriyeyê, di bin sîwana Kongreya Star de xwe bi rêxistin bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Fatme Hecî ji avakarên Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd e ku di 10'ê Mijdara 2016'an de di çalakiya protestokirina êrîşa dagirkeriya tirk ji xaka Efrînê li gundê Şediya yê girêdayî navçeya Raco ya kantona Efrînê şehîd bû.

(şx/ew)

ANHA