Hejmara kuştî û birîndarên artêşa tirk û çeteyên wê ji 2 hezaran derbas bû

YPG`ê destnîşan kir ku ji destpêka êrîşa dagirkeriya tirk û çeteyên wê li ser Efrînê heta niha 2 hezar û 515 leşker û çeteyên artêşa tirk hatin kuştin an jî birîndarkirin.

Hejmara kuştî û birîndarên artêşa tirk û çeteyên wê ji 2 hezaran derbas bû
10 tîrmeh, 2018   08:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺYekîneyên me, di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de li Efrînê li hemberî artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê rêzeçalakiyên bibandor pêk anîn. Encamên çalakiyên ku di navbera dîrokên 5 û 8’ê Tîrmehê de ji aliyê hêzên me ve hatine pêkanîn, wiha ne:

Di 5’ê Tîrmehê de hêzên me li hemberî çeteyên ku li ser rêya di navbera Cindirês û Etmayê de zêrevanî dikirin, çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.

Di 6’ê Tîrmehê de hêzên me li ser rêya di navbera Raco û Efrînê de komeke çete ya girêdayî Firqet Hemze hedef girt. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.

Di 7’ê Tîrmehê de hêzên me seyareyeke leşkerî ya ku yek ji serçeteyên koma Yekîneyên Taybet ên çeteyan tê de bû, da sekinandin. Serçeteyê bi navê Muhemmed el-Silêman di çalakiyê de hat kuştin. Heman rojê hêzên me, li hemberî sekngeheke koma çete ya bi navê Asefat El-Şîmal a li Girê Qestelê ya navçeya Şera çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên bi navên Omer Kino û Brahîm Kinoku ku ji Ezazê ne, hatin kuştin.

Di êvara heman rojê de hêzên me, li hemberî konvoyeke leşkerî ya artêşa tirk a dagirker ku tev li operasyonê dibû, li ser rêya di navbera Raco û Efrînê de çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin.

Di dîroka 8’ê Tîrmehê de hêzên me li hemberî konvoyeke leşkerî ya artêşa tirk a dagirker ku li gundên Mabata tev li operasyonê dibû, çalakiyeke bibandor li dar xist. Di encama operasyonê de leşkerekî tirk û çeteyek ji koma bi navê Ehrar Şerqiye hatin kuştin.

Bi çalakiyên ku di navbera dîrokên 5 û 8’ê Tîrmehê de hatine lidarxistin ve, hejmara kuştî û birîndarên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrîşên dagirkirina Efrînê heya niha gihaşt 2 hezar û 515’an.ʺ

(kc)