Ji bo jinên nexwendî dewreyên perwerdeyê

Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Tebqayê ji bo jinên ku ji mafê xwendinê bê par mane vekirina dewreyên perwerdeya li ser xwendin û nivisandinê ragihand.

Ji bo jinên nexwendî dewreyên perwerdeyê
9 tîrmeh, 2018   14:18

TEBQA

Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê li ser daxwaza jinên herêmê ji bo jinên ku ji mafê xwendinê pê par mane, dewreyên perwerdeyê li ser xwendin û nivîsandin vedike. Perwerde wê li navenda ciwanan wê werin dayîn û qeydkirina navan dê sibe destpê bike.

Yekîtiya Jinên Ciwan belavokên perwerdeyê li hemû sazî û navendên bajêr belav kir.

Hêjayî gotinê ye ku jin di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê herî bêtir zirar dîtin. Jin ji hemû mafên xwe bi taybet ji xwendinê bê par maye. Lê piştî rizgarkirina Tebqayê, herêm bi taybet ji aliyê perwerdê ve gavên mezin avêtin.

(şx)

ANHA