Erdogan dest bi ferzkirina hegomoniya xwe li Tirkiyeyê kir

Îro serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan dest bi wîlayeta xwe ya serokatiya Tirkiyeyê dike û li gorî sîstema nû ya serokatiyê bi serweriyên berfireh tevdigere, rikberên wî jî weke desthilatdar û metirsiya li ser Tirkiyeyê bi nav kirin.

Erdogan dest bi ferzkirina hegomoniya xwe li Tirkiyeyê kir
9 tîrmeh, 2018   09:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Sîstema nû ya serokatiya Tirkiyeyê îro dikeve meryetê ku Erdogan piştî raferandûma nîsana 2017'an bi dest xwe ve anî. Li gorî vê yekê paya serokwezîrê dê were betalkirin û serokkomar dê giştî serweriya Rêveberiyê bi dest xwe ve bîne û bi vê yekê dê hegomoniya xwe li ser dewleta Tirkiyeyê ferz bike û dê karibe bêyî ku vegere parlemanê biryarên serokatî bistîne.

Îro Erdogan sûnda destûrî saet di 13:00'an de dixwe piştre dê şahiyekê li koçka serokatiyê lidar bixîne û bi awayekî fermî sîstema nû ya serokatiyê li welat pêk bîne.

Wîlayeta serokatiyê ya bi serweriyên berfireh piştî du salan ji hewldana derbeya leşkerî ya di 15'ê Tîrmeha 2016'an de pêk tê û piştî hemleyên tunekirinê yên berfireh nemaze di nava hêzên çekdar, asayîş û karîgeriyên fermî de û di encamê de bi dehhezaran karmend ji kar hatin avêtin.

Herî dawî duh bi biryarekê 18 hezar karmend ku piraniya wan leşkerên artêşê û asayîşê ne ji kar hatin avêtin.

Paya serokwezîr dê were betalkirin û serokkomar dê giştî desthilatdariya rêveberiyê bi dest xwe ve bîne û dê karibe biryaran bêyî ku vegere parlemanê derbixîne. Her wiha dê 6 endaman ji giştî 13 endamên meclîsa dadgeriyê erkdar bike.

Li gorî çavdêran ji ber ku serok dê serkêşiya partiya xwe ya siyasî jî bike, dê serweriya xwe li ser parlemanterên partiyê jî ferz bike, ango dê serweriyê li ser hemû beşên rêveberî, dadwergî û zagonsazî li welat ferz bike.

Di hilbijartinên zagonsaz de ku di heman dema hilbijartinên serokatiyê de pêk hatin, AKP'ê bi serkêşiya Erdogan 295 kursî ji giştî 600 kursî bi dest xwe ve anîn. Hevkarê wî yê MHP'ê jî 49 kursî bi dest xwe ve anîn. Ango partiyê desthilatdar bi tena xwe nikare piraniya dengan bi dest xwe ve bîne û ji ber vê yekê divê hevkarekî ji xwe re peyda bike da ku serweriya xwe li ser parlemanê jî ferz bike.

Tê payîn ku Erdogan îro sûnda destûrî bixwe û hikûmeta xwe ya nû nîşan bide ku guman e ji 16 wezîran pêk were piştî ku di hikûmeta niha de ji 26 wezîran pêk dihat bêyî ku serokwezîr were hesabkirin. Ev yek tê wateya ku dê gelek wezaretan bixe nava hevûdu weke mînak Wezareta Karûbarên Ewropî dê bibe beşekî ji Wezareta Karên Derve.

Li Tirkiyeyê gelek alozî û di serî de aloziya aborî tê jiyîn û rêjeya mezinbûna darayî jî gelekî zêde bûye û nirxa pereyan daketiye û hesabên giştî lawaz ketine.

Ev rewş vedigere bêbaweriya bi bazarên stratejîk ên aborî ya serokê Tirkiyeyê ku banga berdewamkirina daxistina rêjeya qezenckirinê dike da ku li hemberî mezinbûna darayî derbikeve. Pisporên aborî jî berûvajî wê dibînin.

Gelek siyasetmedarên Tirkiyeyê li hemberî ferzkirina hegomoniya Erdogan û berfirehkirina serweriya wê xemgîniyên xwe anîn ziman ku ji ber biryarên Erdogan dewleta Tirkiyeyê dê derbasî çiraveke metirsîdar bibe û ya herî balkêş dê laîktiya dewletê hilweşîne û projeya xwe ya îslamîkirina Tirkiyeyê biçespîne.

(jh)