Mijarên ku îro rojnameyên Erebî şîrove kirine ev in

Bi hezaran koçberên Deraayê piştî lihevkirina di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar bi sponseriya Rûsyayê vegeriyan malên xwe û kesên bi lihevkirinê razî nebûne veguhestina wan ber bi Bakurê Sûriyeyê ve hate derengxistin.

Mijarên ku îro rojnameyên Erebî şîrove kirine ev in
9 tîrmeh, 2018   07:50

 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa rewşên li başûrê Sûriyeyê, hebûna Îranê di Sûriyeyê de, bilokbûnên siyasî yên Îraqê û xwepêşandanên li Îraqê kirin, her wiha behsa xebatên avakirina hikûmeta Lubnanê û siyasetên AKP'ê li welat û gelek mijarên din kirin.

Pevçûnan veguhestina kesên lihevkirin qebûl nekirine ber bi Bakurê Sûriyeyê ve dereng xist

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa rewşên li başûrê Sûriyeyê kirin. Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Pevçûnên li başûr derxistina kesên bi lihevkirinê nerazî ne dereng xist". Hevpeymana agirbestê li Deraayê rastî binpêkirinan hat û tabûrên opozîsyonê  û hêzên rêjîmê hevûdu topbaran kirin. Rêjîmê hemleya xwe ya leşkerî gur dike û serweriya xwe li ser bajaroka Um El-Meyazin ferz kir. Di encamê de derxistina kesên bi lihevkirinê nerazî ne hate derengxistin.

Piraniya koçberan vegeriyan Deraayê

Di heman çarçoveyê de rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Piraniya koçberan vegeriyan Deraayê" rojnameya El-Qudis El-Erebî jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Girêdesta Deraayê hate binpêkirin û hejmarekî mezin ji koçberan vegeriyan malên xwe". Rojnameyê diyar kir ku bi dehhezaran koçberên Deraayê piştî ku rojên dijwar li ser sînorê Urdunê derbas  kirin vegeriyan malên xwe û ji hevpeymana agirbestê sûd wergirtin.

Balefirgeha T4 hate topbarankirin Îran pilan dike di sûriyeyê de bimîne

Rojnameyan her wiha behsa mijarên din ên aloziya Sûriyeyê kirin. Rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Di topbarana li dijî baregeheke Sûriyeyê Îranî hatin kuştin" rojnameyê diyar kir ku leşkerên Îranê di topbarana li dijî balefirgeha T4 a nêzî bajarê Humsê hatin kuştin. Çapemeniya rêjîmê hêzên Îsraîlê bi êrîşên tewanbar kir. Til Evîvê jî ti helwest nîşan neda.

Rojnameya El-Heyat behsa mijara hebûna Îranê di Sûriyeyê de kir û nivîseke xwe wiha bi nav kir: "gengeşeyên der barê hebûna Îran di Sûriyeyê de nû dibe". Rojnameya El-Ereb jî di bin sernavê "Îran Îsraîl hincet digire da ku hebûna xwe li Sûriyeyê dirêj bike" de  diyar kir ku Îranê pilana xwe ya mayîndina di Sûriyeyê de eşkere dike. Îran ditirse ku gava yekemîn a lûtkeya di navbera Trump û Pûtîn de be.

Xwepêşandanên gel ji deverên petrolê yên Besra ya Îraqê dest pê dikin

Girêdayî mijarên Îraqê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hêrsa gel li Îraqê ji deverên petrolê yên Besra dest pê dike". Rojnameyê diyar kuştina xwepêşandêrekî li ser destên hêzên ewlehiyê li Besra ya başûrê Îraqê nîşana havîneke germ di kolana Îraqê de ku bi aloziyan dagirtî ye dide.

Tevliheviya girêdayî bilokbûyîna Sunnî ya nû hevsengiya siyasî tevlîhev kir

Rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "ragihandina bilokbûyîna Sunnî ya Îraqê ya nû hevsengiya siyasî tevlîhev kir". Rojnameyê diyar kir ku hejmareke rayedarên Sunnî yên Îraqê ragihandin ku dê tîmeke hevgirtî ya ji bo danûstandinên girêdayî avakirina hikûmetê û wergirtinên qonaxa bê ava bikin.

Rojnameyê da zanîn ku helwestên di hundirê bilokên Sunnî de tevlî hev in, ango ev hevbendiyeke siyasî ya nû ye yan tenê lihevkirineke ji bo danûstandinê bi Şîayî û Kurdan re bikin, nemaze piştî ku di vê dawiyê de Şîayî û Kurd ji hevûdu nêz dibin û metirsiyên vejandina hevbendiya dîrokî ya di navbera Kurdan û Şîayîyan de pêk were.

Şêwrên hikûmî berdewam dikin û nakokiya xiristiyanî pêşveçûnê asteng dike

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "girêka nakok a xiristiyanî pêşveçûna El-Herîrî di avakirina hikûmetê de asteng dike". Rojnameyê diyar kir ku Seed El-Herîrî ku bi avakirina hikûmeta Lubnanê hatiye erkdarkirin di hevfteya bê de vedigere Beyrûtê her wiha serokê parlemanê Nebîh Birî û Wezîrê Karên Derve Cibran Basîl dê vegerin. Çavdêr diyar dikin ku vegera wan dê mijara avakirina hikûmetê tevger bike. Gengeşeyên di navbera Şepêla El-Wetenî El-Hur û hêzên Lubnanê de avakirina hikûmetê di demeke nêz de pêkan dike.

Pilana Îranê li hemberî cezayên Amarîka

Girêdayî mijarên Îranê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Pilana Îranê li hemberî cezayên Amarîka". Rojnameyê diyar kir ku navenda lêkolînan a girêdayî Meclîsa Şêwermendiyê ya Îranê ji bo li hemberî cezayên Waşintonê derbikeve pilanek amade kir, nemaze piştî ku Waşinton ji hevpeymana nuklerî ya bi Îranê re vekişiya.

Rojnameyê diyar kir ku li gorî pilanê aboriya Îranê dê were xurtkirin û dê bank, pere û herikîna darayî, berhemên stratejîk, enerjî, bazirganî, çand, civak, çapemenî, binesazî û dosyeyên hiqûqî bigire nava xwe.

Bêtirî 18 hezar karmendên giştî yên Tirkiyeyê ji kar hatin avêtin

Girêdayî mijar û aloziya Tirkiyeyê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "18 hezar karmendên Tirkiyeyê beriya ku Erdogan paya xwe ya wîlayeta duyemîn bigire ji kar hatin avêtin". Rojnameyê diyar kir ku desthilatdariya Tirkiyeyê beriya ku Receb Tayîp Erdogan di paya wîlayeta duyemîn de erkdar bike û sîstema serokatiyê pratîk bike, biyarek derxist û li gorî wê 18 hezar karmendên giştî yên dewletê ku piraniya wan leşker û asayîş bûn di bin hinceta girêdana bi rêxistineke terorîst de ji kar hatin avêtin.

Pilaneke Îsraîlê ya nû li berava Derya Mirî

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Pilana niştecîbûneke nû ya Îsraîlê li berava Derya Mirî" rojnameyê diyar kir ku di dema ku Filistînî li ser erdê berxwedana xwe berdewam dikin rayedarên dagirkeriya Îsraîlê hewl dide Xan El-Ehmer a rojhilatê Qudisê hilweşîne û di çarçoveya projeyeke nû ya niştecîkirinê de hewl dide welatiyên wê koçber bike. Wezareta Karên Derve ya Filistînê hişyarî da ku pilaneke Îsraîlê ya avakirina niştecîgeheke nû li berava Derya Mirî heye.

Rojnameyê xwe spart dezgehên çapemeniyê yên Ubrî ku di bin hinceta geştewariyê de Îsraîl hewl dide niştecîgehekê ava bike.

Piştî serweriya li ser El-Tehîta artêşa Yemenê ber xwe da bajarê Zibêd

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê jî rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "rêzeçiyayên li Sehda hatin rizgarkirin û Zibêd di bin serweriyê de ye". Rojnameyê diyar kir ku bajarê Zibêd a kevnar a başûrê El-Hudeyda armanca berdest a artêşa Yemenê ye da ku ji milîsên Hosî rizgar bike, nemaze piştî ku bajarê El-Tehîta rizgar kir û artêş pêşveçûna xwe berdewam dike.