Jinên Efrînê ji bo rizgarkirina kantona xwe amade ne

Jinên ji kantona Efrînê anîn ziman ku lidarxistina konferansa rizgarkirina Efrînê li dijî hêzên ku li ser Efrînê komplo kirin, bû bersiveke xurt û gotin ku ew amade ne tevlî hemleya rizgarkirina Efrînê bibin.

Jinên Efrînê ji bo rizgarkirina kantona xwe amade ne
9 tîrmeh, 2018   07:52

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Jinên ji kantona Efrînê ku li Kampa Berxwedan a li kantona Şehbayê dimînin, derbarê amadebûna ji beşdarbûna hemleya rizgarkirina Efrînê ji ajansa me (ANHA) re axivîn û destnîşan kirin ku ew weke jin bi hemû hêza xwe ji bo rizgarkirina Efrînê amade ne.

Necah Xelîl da zanîn ku dema konferansa rizgarkirina Efrînê hatiye lidarxistin ew gelekî kêfxweş bû û wiha dewam kir,ʺDi konferansê de şaştiyên ku dema şerê Efrînê hatin kirin, hatin tesbîtkirin û her kesî kêmasiyên xwe nas kir. Her wiha di konferansê de biryara rizgarkirina Efrînê hate dayîn.ʺ

Rebîa Silêman jî bi lêv kir ku konferans di dema xwe de hat lidarxistin û ji bo dijminên ku li ser Efrînê komplo kirine bersiveke herî xurt bû û wiha pê de çû,ʺDewleta Tirk a dagirker û alîgirên wê dema ku welatê me dan ber balafiran û em neçarî koçberiyê kirin, xwestin me lewaz û radest bikin. Lê berovajî vê yekê, têkoşîna me berdewam e û em ê Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin.ʺ

Leyla Ibrahîm jî piştgiriya xwe ji bo hemleya rizgarkirina Efrînê wiha anî ziman,ʺEm weke jin bi hemû hêza xwe ji bo rizgarkirina Efrînê amade ne˝.

Fîdan Xelîl jî rola jin di Berxwedaniya Serdemê de bi bîr xist û got,ʺÇawa jinan ji bo parastina Efrînê li ber xwe dan û xwe feda kirin, niha jî ji bo rizgarkirina welatê xwe amade ne canê xwe jî feda bikin.ʺ

(np)

ANHA