Dirar: Komîteya destûrê gaveke derengxistina biryara bidawîkirina aloziya Sûriyeyê ye

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Dirar diyar kir ku encama dûrxistina pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ji beşdarkirina di komîteya destûrî de dê têkçûn be, wekî ku di civînên Cenêv û Astanayê de pêk hatiye. Dirar destnîşan kir ku ev gav tenê rêbazeke pêşandana siyasî ye da ku biryara bidawîkirina aloziya Sûriyeyê dereng bixin û got ku ew wek MSD, deriyê wan ji çaerseriyên siyasî yên ji aloziya Sûriyeyê re vekirî ye.

Dirar: Komîteya destûrê gaveke derengxistina biryara bidawîkirina aloziya Sûriyeyê ye
8 tîrmeh, 2018   09:57

07:30

SEYDO ÎBO – HOGIR NECAR / QAMIŞLO

Girêdayî helwestên der barê komîteya destûrî ya Sûriyeyê de û amadekariyên dewletên mîsogerkar di aloziya Sûriyeyê de (Rûsya, Tirkiye û Îran) ji bo danîna destûreke nû ji Sûriyeyê re û temamkirina bendên konferansa Soçî, ajansa me ANHA'yê hevpeyvînek bi hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Dirar re pêk anî.

Hevpeyvîna bi Riyad Dirar re wiha ye:

·Niha behsa hin aliyan tê kirin ku hewl didin destûreke nû ji Sûriyeyê re deynin. Hûn wek MSD vê pêngavê çawa dinirxînin? Gelo li rex van geşedanên li Sûriyeyê û bi taybet li başûr û bakurê Sûriyeyê ev pêngav dê bi ser bikeve?

Hemû xebatên di navbera rêjîma Sûriyeyê û opozîsyona Sûriyeyê de heta niha têk çûne. Rêjîm û alîgirên wê ji vê derfetê sûd werdigirin da ku serweriya xwe li herêmê berfirehtir bikin. Di encamê de hêdî hêdî çareseriyên siyasî lawaz dibin. Aliyên opozîsyonê ku nikaribûn encamekê bi dest xwe ve bînin ji ber şarezebûna rêjîmê û hêza wê ya serweriya li ser biryarên wan rawestiyan.

Pirbûna biryarên opozîsyonê û şerê navxweyî yê tabûrên wan, hişt ku rêjîm karibe para herî mezin ji siyaset û leşkeriyê wergire. Piştre evan mijar gihşt encama ku em nas dikin û di encamê de ji bo me riya danûstandinê ya herî baş e û opozîsyon di vê mijarê de gelekî dereng ma.

Dema ku em behsa xala dawî ya xebatên De Mistura ya destûra nû dikin, em bawer dikin ku dê aliyekî danûstandinên şeklî bistîne û ti encam jê nayên wergirtin, tenê tişte ku hatiye plankirin. Di rastiyê de tişta ku hatiye plankirin ne bi destên sûriyan e. Bi nêrîna min bi destwerdana dewletên beşdar û Neteweyên Yekbûyî di destûra Sûriyeyê de dê destkeftiyeke mezin bi dest xwe ve bînin û piştre dê guhertinekê di destûr de pêk bînin û ev yek jî heta sala 2021'an bi dawî nabe. Her wiha riya kêmkirina hêrsbûnê û kêmkirina dijberiyê were destpêkirin da ku ber bi Sûriyeyeke nû ve biçin.

·Wek serokatiya MSD'ê, bi nêrîna we gelo ev mijar çima di vê dema niha de tê pêşniyarkirin?

Em wek şeklekî ji pêşandanên siyasî dibînin da ku biryara bidawîkirina aloziya Sûriyeyê were denegxistin. Di encamê de ji bilî kaxeza dawî ya di destên opozîsyonê de piştî ku li ser erdê têk çûn dimîne. Divê ew niha berê xwe bidin xala sereke ya ku ji wê tê xwestin ew jî çareseriya destûrî ye. Li vir lêvegerên destûrî û bendên destûr û avakirina komîteyeke destûrî, diyar dike ku ew dixwazin serweriya xwe tenê  bi rêya komîteya destûrî li deverên ku tê de beşdar dibin pêk bînin. Dijberiyên opozîsyonê yên girêdayî kî dê beşdarî avakirina vê komîteyê bibe nîşana  vê yekê ye, weke ku serkeftina tekane dê pêk bînin û ew jî destkeftiya wan a dawî ye, ev jî pêk nayê.

Der barê Rûsya û rêjîmê de beriya vê kaxezê "destûr" di van demên niha de rêbazekî ji rêbazên ku derfetekê peyda bikin da ku li aliyê din bixebitin û tabûrên heyî li herêmên ku niha li ber şikandinê ne, tune bikin. Wekî ku niha li Deraayê rûdide. Niha li pêşiya ew e ku bi projeya xwe li hemberî projeya ku li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin derbikevin. Bi nêrîna me dê sînorekî siyasî jêre were danîn ku bi riya wê dê xebatên xwe bi ewle di Sûriyeyê de bi dawî bike.

Serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed derbarê herêma bakur û bakurrojhilat de pêniyar kir ku li benda hevdîtinan an şer bimînin. Baweriya me bi çareseriya siyasî heye. Dema ku serokê Sûriyeyê van gotinan dibêje, ew encameke ji xwe ber e û bersiva me jî bi danûstandinan re ye. Ti carî me dijberiya leşkerî di navbera me û artêşa Sûriyeyê de nexwestiye.

· Heke xebatên hûnandina destûreke nû hatin meşandin, gelo aliyên ku divê beşdarî hûnandina vê destûrê bibin kî ne û ev hûnandin dê çawa be?

Divê nûnerên hemû pêkhate û aliyên Sûriyeyê beşdarî komîteya destûrî bibin. Çalakiya ku tê meşandin ew e ku opozîsyonê aliyekî ku em weke MSD'ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşekî ji wê ne dûr xist, her tim ev herêmê ji danûstandinên ji dema Cenêv 2 ve hate dûrxistin. Tevî hemû hewldanên me yên danûstandina bi wan re ku em beşekî ji opozîsyonê ne û em dikarin siyasetekê nîşan bidin lê ji ber dijberiya li ba serkêşên opozîsyonê nehat qebûlkirin ku em bibin beşekî ji beşdarên di van danûstandinan de. Niha jî ew beşdarbûna me di rêbaza kî dê nûnertiya komîteya destûrî bike de red dikin. Ji ber vê yekê em bawer dikin ew ê bi tena xwe biçin û ji ber ku ew bi tena xwe diçin, bê guman têkçûn dê encama wan be. Destkeftiyên wan dê weke destkeftiyên li her 8 Cenêvan be û beşdarî wan bûn û tu destkeftî bi dest xwe ve neanîn. Piştre çûn Astana û ew ber bi herêmên kêmpevçûn ve hatin birin. Ango wan li herêmên serweriyê dabeş bikin û hêdî hêdî heta niha têk bişkînin. Îcar ev rêbazekî ji rêbazan e û vê carê jî di bin navê destûr de ye. Ew nikarin biryarekê bistînin û bi rêya wê nêrîna gelê Sûriyeyê werbigirin û li hemberî rêjîma Sûriyeyê derbikevin û ber bi danîna destûreke hevgirtî û rasteqîn ve biçin.

Der barê rêbazên destûrî ku em niha dibînin, guhertinên sereke di paya serokatiyê û rola wî û rola rêveberiyê ku dê di hin cihan de bigire ku divê li ser Sûriyeyan were belav kirin da ku desthilatdariya paya serokatiyê li ser hesabê dewletê mezin nebe û paya dewletê li ser hesabê civakê mezin nebe. Rola Meclisa Zagonsaz ku divê were guhertin û di serdemên borî de tenê çepikandin bû. Her wiha divê dadwerî rola xwe ya rasteqîn pêk bîne.

Ev beşekî ji têoriya destûrî ya rasteqîn e û baweriyê bi xweseriya desthilatdariyan dike. Li rex vê yekê zilmkariyên li hemberî pêkhateyan. Divê di destûra nû de mafên van pêkhateyan di ber çavan re were derbaskirin. Tevî ku herêmên hilberîna petrol û çandiniyê derdixin di nava xizantiyê û nezantiyê de fetisîne.

·  Ji bo serkeftina vê destûra nû, em dikarin bibêjin divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê û di nava wan de MSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdar bin?

MSD'ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk aramî û aştiya navxweyî pêk anîne û biratiya gelan çespandin û mijara demokrasiyê bi awayekî cîwaz pêşniyar kiriye, gelo kî van her du aliyan dûr dixe, çima em ji tecrûbeya wan sûd wernagirin? Eger em bêne dûrxistin desthilatdarî dê bimîne ji ber ku her du aliyên rêjîm û opozîsyonê tenê wergirtina desthilatdariyê dixwazin. Bê beşdarbûna me ti qîmeta destkeftiyên ku dibe pêk werin tune ye.

· Beşeke ji Sûriyeyê di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye, gelo danûstandina wê dê çawa pêk were di dema ku behsa destûreke nû tê kirin de, da ku aloziya Sûriyeyê paşguh bikin?

Hebûna dewleta Tirkiyeyê di Sûriyeyê de dagirkerî ye, di encamê de ji erka dewleta Sûriyeyê ya niha û ya paşerojê ye ku daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê bike. Divê bi hemû rêbazan dijberiya dagirkeriyê bike û li dijî aliyên ku bi dagirkeran re dixebitin tevbigere. Xiyanet ew e ku dema alîkariya dagirkeriyê tê kirin e. pêdivî bi biwêjeyên olî û îdîayên di vê derbarê de tune ye. Divê her bosteke axa Sûriyeyê were rizgarkirin. Divê rêjîma niha û hêzên ku herêmên xwe diparêzin ber bi heman alî ve biçin û herêmên Sûriyeyê ji bin dagirkeriyê rizgar bikin. Di encamê de divê lihevkirin li ser bingeha rizgarkirinê pêk were. Divê di serî de herêma Efrînê were rizgarkirin, ji ber ku bêyî vê lihevkirinê ez bawer nakim tiştek were bidestxistin.

·Em dibînin ku ji aliyekî ve rêjîma Sûriyeyê û ji aliyekî din ve opozîsyon, êdî heta astekê bawer dikin ku çareseriya aloziya Sûriyeyê bi rêbazên leşkerî pêk nayê û niha berê xwe didin çareseriyên siyasî û di nava van çareseriyan de danîna destûreke nû ji Sûriyeyê re heye. Gelo ji hêzên niştimanî ku baweriyê bi pêşeroja Sûriyeyê dikin çi tê xwestin da ku aloziya Sûriyeyê were çareserkirin?

Divê em bawer bikin ku hûnandina destûreke nû ji welat re bingeha sereke ye da ku aştiya navxweyî were parastin. Divê destûr pirsgirêkên dema borî çareser bike da ku evan pirsgirêkên berê neyên dubarekirin. Piştre divê zimîn ji hemû aliyên Sûriyeyê re were amadekirin da ku ji bo Sûriyeke hevbirtî lihev bikin û desthilatdariya yek partî were bidawîkirin. Divê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de têkiliyên qanûnî pêk werin û hemû pêkheta cihê xwe di hemû payên dewletê de bigirin.

Ev ji destûr tê xwestin û ev xwesteka hemû welatiyên Sûriyeyê ye. Welatiyên Sûriyeyê baş dizanin ku ew li hemberî rewşeke nû ne piştî ku ji rewşên şer tengezar bûn û divê niha dest bi avakirina aştiyê bikin.

 Gotina we ya dawîn çi ye?

Em wek endamên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) her tim ji çareseriya siyasî re amade ne. Em ber bi konferansa xwe ya sêyemîn a MSD'ê ve diçin ku dê diyardeyên qonaxa pêş nîşan bide û em ê gelek guhertinan pêk bînin. Her wiha herêmên ji bin destên DAIŞ'ê hatine rizgarkirinê dê bêne birêxistinkirin û sîwaneke siyasî ji wan re dê were avakirin. Em ber bi çareseriya siyasî ve diçin ji bo avakirina Sûriyeke nû dilê me ji hemû aliyên Sûriyeyê re vekirî ye. Em ji hevkariyê re amade ne da ku welat ji nû ve were avakirin û aramî pêk were.

ANHA