Li Efrînê revandin, talankirin û gefxwarin didome

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku operasyon li gundê Kobake yê girêdayî navçeya Mabata ya kantona Efrînê pêk anî û hemû telefonên destan ji şêniyên gund girtin, 4 welatiyên gund revandin.

Li Efrînê revandin, talankirin û gefxwarin didome
8 tîrmeh, 2018   09:49

EFRÎN

Li gorî çavkaniyan ji gundê Gobekê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên Lîwa El-Şemal, El-Cebhe El-Şamiye û Ehrar El-Şerqiya 4 welatiyên ji gund duh revandin. Li gorî çavkaniyan navên kesên revandî wiha ne: Emîr Mistef bin Mihemed bin Nûr (20), Gilgil Hemû bin Menan (55), Mihemed Hesen bin Abidîn (30) û Xebat Şahîn bin Mustefa (31).

Çavkaniyan diyar kir ku welatiyên ku hatine revandin ber bi cihekî nediyar ve hatine birin.

Çavkanî her wiha diyar kir piştî ku operasyon li gund pêk hat, hemû ciwanên gund rastî îşkenceyê hatin. Her wiha mal û milkên welatiyan hatin talankirin û kesê ku agahiyan li ser bûyerê bide, gef lê xwarin.

(bx/ew)

ANHA