Yekemîn dewreya perwerdeya bîrdozî ya endamên saziyên Dêrazorê hate vekirin

Li Akademiya Civaka Demokratîk a li gundê El-Kuber ê girêdayî gundewarê Dêrazorê, bi tevlîbûna 32 endamên saziyên sivîl ên Dêrazorê dewreyek perweredeya bîrdozî bi navê şehîd Ehmed El-Cefal hate vekirin.

Yekemîn dewreya perwerdeya bîrdozî ya endamên saziyên Dêrazorê hate vekirin
7 tîrmeh, 2018   18:50

DÊRAZOR

Dewreya perwerdeya dê 30 rojan berdewam bike. 32 endamên rêveber ê saziyên sivîl, komîn, meclîs, Mala Jin tevlî dewreyê bûn.

Di dewrê de waneyên "Girîngiya Perwerdê, Têgeh, Kaptelîzmê, Dîroka Sûriyê û Netewa Demokrat, Dîroka Jin, Çand û Exlaq, Rexne û Xwerexnekirin" dê werin dayîn.

Endamê Akademiyê Mihemed Îno di axaftina vekirina dewreyê de got:" Perwerde felsefeya jiyana civakî ye".

Şehîd Ehmed El-Cefal yê dewreya perwerdeyê bi nave wî hate vekirin di êrîşên hêzên rêjîmê li ser gundewarê rojayê Dêrazorê de şehîd bibû.

Akademiya Civaka Demokratîk li gundewarên Dêrazorê di 25'ê hezîrana borî de hate vekirin.

(şx)

ANHA