Mamosteyên Dêrazorê tên perwerdekirin

Bi hezaran mamosteyên Dêrazorê tev li dewreyên perwerdeyê dibin, ji bo ku li ser materyalên nû û pergala nû ya perwerdeyê pisporiya wan çêbe.

Mamosteyên Dêrazorê tên perwerdekirin
5 tîrmeh, 2018   12:13

DÊRAZORÊ         

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji 4 hezar û 668 mamosteyan re li Dêrazorê bi armanca pêşxistina asta mamosteyan dewreyên nû dan destpêkirin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Dêrazorê ya Sivîl Kemal Mûsa ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ev kurs bi armanca pêşxistina asta mamosteyan dane destpêkirin.

Mûsa da zanîn ku perwerdeyê ji 20`ê Hezîranê ve dest pê kiriye û hetanî 20’ê Tebaxê dê berdewam bike. Her wiha Mûsa diyar kir ku li rojhilatê Dêrazorê derdora 18 peymangeh hene.

(cu/ew)

ANHA