′Dê Tirkiye xwe di nava çiravekê de bibîne′

Senatorê amerîkayî Lindsey Graham destnîşan kir ku heger Tirkiye destwerdana xwe ya şerê Sûriyeyê bidomîne dê xwe di nava çiravekê de bibîne.

′Dê Tirkiye xwe di nava çiravekê de bibîne′
5 tîrmeh, 2018   11:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyeke ajansa Reutersê yek ji senatorên Amerîkayê Lindsey Graham roja Çarşemê got ku heke Tirkiye destwerdana xwe ji şerê Sûriyeyê re kûr bike, dê xwe di nav çiravekê de bibîne.

Senatorê amerîkayî piştî ku civîna xwe roja Înê bi serokkomarê Tirkiyeyê re Recep Tayyîp Erdogan re bi dawî kir, wiha got.

Graham got pêwîst e Tirkiyê destek bide hebûna Amerîkayê ya li Sûriyeyê. Graham diyar kir ku wî xwest serokkomarê Tirkiyeyê îkna bike ku pêwîstiya wî bi Amerîkayê li Sûriyeyê heye, ji ber ku çûna wan dê ne baş be û ev tişt anî ziman: "Tu pêwîstiya te bi şerê li Sûriyeyê tune ye, ji ber ku tê xwe di nava çiravekê de bibînî."

(bx/ew)

ANHA