Hikûmeta Îsraîlê destûr da endamên Kinesit derbasî Qudis bibin

Hikûmeta Îsraîlê bi serokatiya Serokwezîr Binyamil Nitinyaho roja çarşemê destûr da endamên Kinesita Îsraîlê ku derbasî meydana Mizgefta Eqsa ya Qudisê bibin. Hikûmetê di sala 2015'an de biryara qedexekirina derbasbûna wan hatibû dayîn.

Hikûmeta Îsraîlê destûr da endamên Kinesit derbasî Qudis bibin
5 tîrmeh, 2018   08:54

XEZA

Hewldanên Îsrîlê ya ji bo destdanîna ser hemû Mizgefta Eqsa didome. Ev di riya biryarên hikûmeta Îsraîlê ku têne kirin, diyar dike. Herî dawî jî hikûmetê destûr da ku endamên Kinesita Îsraîlê derbasî heremê Mizgefta Qudis.

Miftiyê giştî yê Diyar El-Muqedesa û Filistînê Mihemed Hisên derbarê mijarê de ji ajansa me (ANHA) re axivî û got ku biryar hikûmeta Îsraîlê ya destûr dayîna derbasbûna meydana Mizgeftê binpêkirine nû û xeter e. Ev biryar di hewldanên Îsraîlê ya girtina giştî Mizgefta El-Qsa de pêk hatiye.

Hisên her wiha da zanîn ku ketina endamên Kinesit a meydana Qudis gavek metirsnake û wiha dom kir: "Bi vê yekê hemû ereban û misliman sor dikin. Îsraîl bi vê yekê dixwazin siyasetên xwe bi qewetê li tevahî herêmê feriz bikin."

Hesen di dawiya axaftina xwe de jî bang hikûmeta Filistînê û aliyên têkidar kir ku ji bo rizgarkirina bajarê pîroz ji pîlanên têne kirin, tevbigerin.