Danûstendin têk çûn, êrîşa li ser Deraa dijwar bû

Hêzên rêjîmê û Rûsiya topbaran û bombebarana li ser Derayê zêde kiriye, herdû aliyan di nava 15 saetên dawî de 600 caran topbaran pêk aniye. Ev piştî têkçûna danûstendinên di navbera Rûsiya û çekdarên opozisyonê de pêk hat.

Danûstendin têk çûn, êrîşa li ser Deraa dijwar bû
5 tîrmeh, 2018   08:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (mersed Sûrî) diyar kir ku Hêzên rêjîmê û Rûsiya topbaran û bomebebaran zêde kiriye. Li gorî agahiyên hatine dayîn topbaran piştî têkçûna danûstendinan di navbera Rûsiya û opozisyonê li Derayê pêk hatiye. Hate gotin ku di nava 15 saetên dawî de balafirên Rûsiya û hêzên rêjîmê 600 caran bajar û bajarokên dera topbaran û bombebaran kirine.

Topbaran û bombebaran ji nîvê şeva Çarşem-Pêncşemê û heta niha bê navber didome, tobaran û bombebaran herî zêde li dijî bajarokên Teyba, Seyda, Um El-Mîdan û El-Yadûda pêk hat. Di heman demêd e Dera Beled a bajarê Derayê jî hate bom bebarankirin. Di bombebaranê de bermîlên bombeyî têne bikaranîn.

Çekdarên opozisyonê yên Derayê li ser hesabê xwe yê Twîterê diyar kirin ku danûstendin di navbera wan û Rûsiya de têk çû lewma topbarna û bomebaran bi dijwarî pêk tê.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de gotin de li ser zimanê kesayetên opozisyonê got ku hêzên rêjîmê û Rûsiya endamên opozisyonê yên danûstendian tehdîd kirine ku heger danûstendin têk biçin, dê di nava 24 saetan de Dera El-Beled bidest bixin.

Hêzên rêjîmê û bi alîkariya Rûsiya ji 19'ê meha derbasbûyî de êrîşek berfireh li ser Deraa ya li ser sînorê Urdinê dane destpêkirin. Piştî êrîşê hêzên rêjîmê herêmên xwe yên li parêzgeha Derayê fireh kir.