Li Cerabulsê 2 teqînên hemwext

Îro di saetên sibê de li bajarê Cerblusê ku di bin dagirkeriya Artêşa Tirk û çeteyên wê de ye 2 erebeyên bombebarkirî teqiyan. Li gorî agahiyên destpêkê di encamê de ziyanên madî pêk hatiye.

Li Cerabulsê 2 teqînên hemwext
5 tîrmeh, 2018   08:33

KOBANÊ

Çavkaniyan ji bajarê Cerblusê ji ajansa me (ANHA) yê re ragîhand ku îro di saetên sibê de di erebeyên bombebarkirî bi awayekî hemwext teqiyan. Heman çavkanî destnîşan kir ku teqînek li rex Şirketa Ceyranê  û teqîna duyemîn jî li kolana 20'an a taxa Bakur li rex kargeha Bilatan a li navenda bajar pêk hatiye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di encama teqînan de tenê ziyanên madî pêk hatiye.

ANHA