Xwendekarên Efrînê perwerdeya xwe dewam dikin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ji bo xwendekarên Efrînê yên ku perwerdeya wan di nêvî de mabûn dest bi vekirina dibistanên navîn û amadehî kir.

Xwendekarên Efrînê perwerdeya xwe dewam dikin
Xwendekarên Efrînê perwerdeya xwe dewam dikin
Xwendekarên Efrînê perwerdeya xwe dewam dikin
Xwendekarên Efrînê perwerdeya xwe dewam dikin
Xwendekarên Efrînê perwerdeya xwe dewam dikin
Xwendekarên Efrînê perwerdeya xwe dewam dikin
5 tîrmeh, 2018   07:57

ELÎ KEDRO- CAFER CAFO / ŞEHBA

Gelek dibistanên Efrînê di encama bomebebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker xirab bûn, lewra Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û ji bo ewlehiya xwendekaran dibistan girtin.

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê çete û artêşa Tirk a dagirker ve gelek welatî neçar man ji malên xwe derkevin û li Kantona Şehbayê bi cih bûn. Welatiyan li Şehbayê xwe bi rêxistin kirin û sazî vekirin.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ji bo xwendekarên ji perwerdeya werza duyem a sala perwerdê 2017-2018 pê par mabûn bi derfetên kêm, di 3'ê Hezîrana borî dibistanên seretayî ji 25 hezar şagirtan re vekir û niha jî dest bi vekirina dibistanên navîn û amadehî dike.

KPC-D, yekemîn dibistana navîn û amadehî li gundê Til Qerah ê navçeya Erizê ya Kantona Şhbayê vekir. 170 xwendekaran li dibistanê perweredeya xwe dibînin.

Perwerde ji aliyê kadroyên pispor ve tenê dayîn.

Girêdayî mijarê endamê KPC-D ya Kantona Efrînê Zinar Elûş diyar kir ku armanca vekirina dibistanan vegera xwenderkeran ji perwerdê re ye û got," Em ji tevahiya cîhanê isbat dikin ku li ku derê dibe bila bibe û her çiqas em zor û zehmetiyan bikşînin jî, em perwerdeya xwe didomînin."

Elûş diyar kir ku ji ber dorpêça li ser Kantona Şehbayê di peydakirina pêdiviyên dibistanan û di meşandina xebatên perwerdê de gelek astengî û zehmetî kişandin. Elûş da zanîn ku wê xebatên vekirina dibistanan bidomînin û bang li rêxistinên mirovî û yên têkildar kir ku bi wan re alîkar bin û pêdiviyên dibistanan ji xwendekaran re peyda bikin.

(şx)

ANHA