ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.07.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.07.2018
5 tîrmeh, 2018   04:00

-Saziya Akademiyên Civaka Demokratîk, li Kobanê Akademiya şehîd Hogir bi merasîmekê vedike. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎ MEN)

-Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

-Hevya Sor a Kurd li navçeya Ehris a Kantoan Şehbayê li ser destwerdana lezgîn dewreyeke perwerdeyê vedike. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welatiyên Efrînê diyar kirin ku ew berxwedan û têkoşîna xwe li dijî dagirkeriya artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê didomînin û dane zanîn ku ew ti carî dest ji Efrîna xwe bernadin û dê di demeke nêz de rizgar bikin. Welatiyan diyar kirin ku pêkanîna biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê bingeha rizgarkirina Efrînê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- QSD'ê riya xelasî û rizgarkirina bajarê me ye. Em dixwazin QSD'ê tevahiya Sûriyê ji talankirinê rizgar bike". Bi van gotinan koçberên herêma El-Bûkemal a Dêrazorê yên ku li kampên Bakurê Sûriyê ji QSD'ê xwestin ku herêmên wan rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Niştecihên hinek taxên Qamişlo ji kêmbûna avê gazincan dikin. Rêveberiya Komîteya Ava Vexwarinê ya Herêma Cizîrê jî diyar kir ku ji ber kesên bi qaçaxî avê dibin, nebûna ceyranê, polîtîkayên dewleta tirk a dagirker û xerckirina zêde ya avê ji aliyê welatiyan ve çareserkirina pirsgirêkê zehmet dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî xebatên domdirêj ên jinûveavakirina bajarê Reqayê, Komîteya Jinûveavakirinê ya Meclîsa Reqayê wê di rojên pêş de xebatên paqijkirina tevahiya bajêr ji bermahiyên DAIŞ'ê bi dawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Şehbayê ji bo xwendekarên Efrînê yên perwerdeya wan di nîvê de maye dibistanên navîn û amadehî vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Gelê Misirê di van rojan de salvegera 5'emîn a Şoreşa 30'ê Hezîranê li hemberî desthilatdariya serokê berê Mihemed Mursî yê ji Koma Îxwan El-Muslimîn pêk hat pîroz dikin. (BI WÊNE).

-Ava kanalîzasyonan ku li Xeza ya Filistînê tev li deryayê dibe, metirsiyê li ser jiyana welatiyên çêdike, bi taybet welatiyên ku di deryayê de avjeniyê dikin. Li gorî lêkolînên ku rayedarên "Başiya Hawîrdorê" di meha Nîsanê de pêk anîne, rêjeya qirêjiyê di deryayê de gihaştiya ji sedî 75. (BI WÊNE).

CIWAN

- Ehmed Salim diyar kir ku Meclisa Ciwanên Reqayê dê bibe bingeheke rêxistinî ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk ve û piştrast kir ku meclis xebatên xwe ji bo pêşxistina aliyê fikrî dimeşîne da ku ciwanan ji zîhniyeta çeteyên DAIŞ'ê rizgar bike. Her wiha ragihand ku dê di 10'ê Tîrmehê de navendeke xwe bi merasîmekê vekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Berdevka Fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd ragihand ku wan dest bi amadekariyên lidarxistina duyemîn kongreya duyemîn a Kongreyê kirine û niha civînên xwe li seranserî herêmê lidardixînin û piştî van civînna dê konferansên hersê herêman bêne lidarxistin û dê nûnerên xwe ji bo beşdarbûna kongreya giştî diyar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA