'Aliyên ku dixwest ronahiya me vemire, têk çûn'

Ehmed Salim diyar kir ku Meclisa Ciwanên Reqayê dê bibe bingeheke rêxistinî ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk ve û piştrast kir ku meclis xebatên xwe ji bo pêşxistina aliyê fikrî dimeşîne da ku ciwanan ji zîhniyeta çeteyên DAIŞ'ê rizgar bike. Her wiha ragihand ku dê di 10'ê Tîrmehê de navendeke xwe bi merasîmekê vekin.

'Aliyên ku dixwest ronahiya me vemire, têk çûn'
5 tîrmeh, 2018   04:20

NEJBÎR OSMAN – AZAD SEFO / REQA

Hevserokê Meclisa Ciwanên Reqayê Ehmed Salim di hevdîtinekê de bi ajansa me ANHA'yê re behsa plansaziyên ciwanên Reqayê kir.

Salim di destpêka axaftina xwe de got ku sîstemên şovenîst der heqê ciwanan de desthilatdariyeke giran daye meşandin û fêrî kuştin û tarîtiyê kirine û wiha anî ziman: "Bajarê Reqa piştî ku ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ve hate rizgarkirin niha ronahî lê heye û welatiyên bajêr ji tarîtî û zilma çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin".

Salim di axaftina xwe de behsa plansaziya kar û xebatên ciwanan kir û got ku xebatên ciwanan ji navenda Mezra El-Hikûmiyê ve beriya rizgarkirina bajêr dest pê kiriye û aşkera kir ku 5 dewreyên perwerdekirina ciwanan ku bi sedan ciwan beşdar bûbûn, bi dawî kirin û axaftina xwe wiha domand: "Beşdarbûna ciwanan di dewreya yekemîn de li giştî herêma Reqayê deng veda û vê yekê hişt ku ciwan bêtir beşdarî kar û xebatên xwebirêxistinkirinê bibin.”

‘Ciwan ji bo tunekirina fikra radîkal amade ne’

Salim da xuyakirin ku hemû ciwanên Reqayê ji bo malbatên xwe ji fikra radîkal û terorê rizgar bikin ji fedekariyê re amade ne û wiha got: "Di encama nîqaşên ciwanên Reqayê de biryar hate dayîn ku divê Meclisa Ciwanên Reqayê were avakirin da ku kar û xebatên xwe sîstematîk bi rê ve bibin. Di destpêkê de komîteyeke amadekekar di destpêka Gulanê de ji aliyê ciwanên Reqayê ve hate avakirin. Vê komîteyê gelek civîn li Reqa û gundewarên wê bi ciwanan re li dar xistin da ku amadekariya lidarxistina konferansa xwe bikin û rêbazên birêxistinkirina ciwanan gotûbêj bikin."

Salim pêngava lidarxistina konferansa ciwanan wek gaveke erênî ber bi demokrasî û Sûriyeyeke nû û azad ve bi nav kir û wiha pê de çû: "Bi giştî nîqaşên der barê lidarxistina konferasê de baş bûn. Ciwanan pêşeroja Sûriyeyê û rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyeyê û şerê li dijî destwerdanên hêzên derve di axa Sûriyeyê de û bi taybet dagirkeriya Tirkiyeyê di Sûriyeyê de gotûbêj kirin."

Ehmed Salim di berdewama axaftina xwe de behsa rêbazên hilbijartina Meclisa Ciwanên Reqayê kir û ev tişt dan zanîn: "Yekem car di dîroka Reqayê de ciwan bi awayekî demokratîk hilbijartinên xwe pêk tînin."

Navendeke nû vedikin

Salim aşkera kir ku Meclisa Ciwanan dê navendeke xwe li bajarê Reqayê di 10'ê Tîrmehê de bi merasîmekê veke û meclis dê hemû komîteyên xwe aktîf bike.

Salim da zanîn ku dê dewreyên perwerdeyê ji hemû welatiyên Reqayê re û bi taybet ji ciwanan re organîze bikin da ku ji zîhniyeta ku çeteyên DAIŞ'ê çandiye rizgar bikin. Meclis her wiha dewreyên taybet ji ciwanên ku di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de nikaribûn xwendina xwe temam bikin vedike û ji bo van dewreyan mamosteyên pispor erkdar dike.

Salim her wiha di axaftina xwe de destnîşan kir ku plansaziyeke ciwanên Reqayê ji bo berxwedana li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li Bakurê Sûriyeyê hatiye danîn û diyar kir ku meclis dê xebatên xwe ji bo avakirina mêjiyekî saxlem û demokratîk berdewam bike û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Çandina hişmendiya biratiya gelan û tunekirina fikra radîkal û terorê armanca sereke ya meclisê ye."

Hevserokê Meclisa Ciwanên Reqayê Ehmed Salim di dawiya axaftina xwe de got ku aliyên ku dixwest ronahiya Reqayê vemire têk çûne û bang li hemû ciwan û welatiyên Reqayê kir ku vegerin bajarê xwe û beşdarî xebatên ji nû ve avakirinê li ser bingeha demokrasî, azadiya nêrîn û neteweya demokratîk bibin.

ANHA