Efrîniyên li Şehbayê perwerdeya zimanê dayîkê dibînin

Li ser daxwaza welatiyên Efrînê yên li Şehbayê, komîna gundê Ehdas dewreyeke perwerdeyê ya xwendin û nivîsandin bi zimanê Kurdî vekir.

Efrîniyên li Şehbayê perwerdeya zimanê dayîkê dibînin
Efrîniyên li Şehbayê perwerdeya zimanê dayîkê dibînin
Efrîniyên li Şehbayê perwerdeya zimanê dayîkê dibînin
Efrîniyên li Şehbayê perwerdeya zimanê dayîkê dibînin
Efrîniyên li Şehbayê perwerdeya zimanê dayîkê dibînin
Efrîniyên li Şehbayê perwerdeya zimanê dayîkê dibînin
4 tîrmeh, 2018   15:49

FÎDAN EBDULAH / ŞEHBA

Dewreya perwerdeyê 20'ê Hezîranê bi tevlîbûna 15 kesan ji zarok, ciwan, bi temen, jin û zilam hate destpêkirin û li gorî 4 koman hatiye birêxistinkirin.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîl ji bo dayîna perwerdeyê mamosteyên zimanê Kurdî erkdar kir û her wiha tepreşik û pêwîstiyên perwerdeyê pêşkêşî endamên tevlî perwerdeyê bûn kir.

Perwerde li komîngeha gund hefteyê 3 rojan tê dîtin.

Derbarê mijarê de Hevseroka Komînê Emîne Xelo got:" Piştî dagirkirina dewleta Tirk ji Efrînê re, em neçar man ku ji Efrînê derkevin, lê me li vir di nava komînan de xwe birêxistin kirin. Me xwest ku dewreyên perwerdeyê werin vekirin da ku roja xwe vala derbas nekin û niha fêrî xwendin û nivisandina bi zimanê Kurdî dibin."

Emîne Xelo, hêvî kir ku Efrîn di demeke nêz de were rizgarkirin û gelê Efrînê li warê xwe vegerin

Ji aliyê xwe ve dayîka bi navê Eyşe Ecîco spasiya insiyatîfa komînê û mamosteyan kir.

(şx)

ANHA