Ji Barzanî daxuyaniyên sosret: Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Başûr meşrû ye!

Nêçîrvan Barzanî têkildarî dagirkeriya dewleta tirk a başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û PKK wek “tevgereke dagirker” nîşan da, her wiha dagirkerî û qetlîamên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd jî wek mafekî meşrû nîşan dan.

Ji Barzanî daxuyaniyên sosret: Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Başûr meşrû ye!
4 tîrmeh, 2018   11:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyekê hewldanên dewleta tirk ên dagirkeriyê yên li dijî başûrê Kurdistanê meşrû nîşan dan. Barzanî 21 baregehên leşkerî yên dewleta tirk ên li Başûr paşguh kirin û ji ber ku PKK êrîşî dewleta tirk dike, tawanbar kir.

Barzanî diyar kir ku di demeke nêzîk de dibe ku biçe serdana Enqereyê û dixwaze bi rayedarên dewleta tirk re têkiliyên xwe xurttir bike.

 ‘Em dixwazin bi dewleta tirk re têkiliyên xwe xurt bikin’

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de dagirkeriya dewleta tirk paşguh kir û şîroveyeke wiha kir: “Em li dij in ku ji nav xaka başûrê Kurdistanê êrîş li Tirkiye û Îranê werin kirin.”

Barzanî wekî ku PKK tevgereke kurdî nebe axaftina xwe domand û wiha got: “Me gelek caran ji komên muxalîf û PKK’ê xwest ji nav xaka başûrê Kurdistanê êrîşan nekin. Tiştên ku tên kirin yekalî nîn in.”

Barzanî têkildarî kuştina sivîlan di êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûr de tu bertek nîşan nedan, bes got ku “Metirsiya me heye.” 

Barzanî bi devê Erdogan PKK sûcdar kir

Barzanî di axaftina xwe de gelek rastî paşguh kirin û bi zimanê Erdogan û dagirkerên din şîroveyeke wiha sosret kir: “PKK beşeke mezin a xaka Herêma Kurdistanê dagir kiriye û ji vê derê êrîşî Tirkiyeyê dike. Em li dijî vê ne. Ji nav xaka Herêma Kurdistanê êrîşî Tirkiyeyê dikin, em li dijî vê yekê ne.”

Dewleta tirk bi salan e li başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî ava dike. Lê belê her çend ji aliyê gel ve gelek bertek hatibin nîşandan jî PDK û malbata Barzanî rojekê jî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta tirk hilneda rojeva xwe. Bi salan e dewleta tirk  êrîşî xaka başûrê Kurdistanê dike û di van êrîşan de bi sedan sivîl qetil kirin. Lê PDK û malbata Barzanî dîsa bê deng ma. Bi ser de jî gelek caran hevkariya dewleta tirk kir û li dijî PKK’ê operasyon pêk anîn.

PDK li rex dagirkeran e

Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku navenda wî Rojhilata Navîn e, gelê kurd di serî de li Rojava, gelek destkeftî bi dest xistin, firsenda welatê xwe yê parçekirî bikin yek dîtin, lê belê dewleta tirk ji bo ku pêşî li vê yekê bigire hemû derfetên xwe seferber kirin. Di vê siyaseta antîkurd û şerê li dijî gelê kurd ê dewleta tirk de PDK dîsa li cem dagirkeran cih girt.

Dewleta tirk di demên dawîn de ji herêma Biradost dest pê kiriye û ber bi Qendîlê ve êrîşên xwe yên dakirkeriyê didomîne. Malbata Barzanî careke din li cem dagirkeriyê cihê xwe digire û alîkariya siyaseta dijberiya kurdan dike.