Şehîd Elî li Dêrikê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê cenazeya şehîd Elî Ehmed (Ferhat) ê di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bibû, spartin axê.

Şehîd Elî li Dêrikê hat oxirkirin
Şehîd Elî li Dêrikê hat oxirkirin
Şehîd Elî li Dêrikê hat oxirkirin
3 tîrmeh, 2018   19:00

QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Dêrikê navçeya Girke Legê û Çilaxa ji bo lidarxistina merasîma şehîd Elî Ehmed berê xwe dan navçeya Til Koçer.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Şervanên Erka Xweparastinê merasîma leşkerî lidar xistin. Piştî wê fermandarê YPG`ê Şengal Til Koçer di merasîmê de axivî û got:˝ Em her tim canfedayên welatê xwe ne û li ser soza xwe ya me dayî hevalên xwe yên şehîd bisekinin˝.

Her wiha Hevserokê Desteya Şûnwaran û Turîzmê Hisên Elî jî axivî û got:˝ Em bi saya şehîdên xwe dighîjin serkeftinê û em bi cangoriyên xwe serbilindin˝.

Piştî wê nasnameya şehîd Ferhad hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şêniyan cenazeya şehîd Ferhat bi dirûşmeya `Şehîd Namirin` spartin axê.

(np)

ANHA