Civînên delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê bi dawî bûn

Delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê civînên ku li Şehba ji bo gelê Efrînê lidardixstin bi dawî kirin.

Civînên delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê bi dawî bûn
Civînên delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê bi dawî bûn
Civînên delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê bi dawî bûn
Civînên delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê bi dawî bûn
3 tîrmeh, 2018   18:26

ŞEHBA

Li navçeya Fafîn a kantona Şehba delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê encama Konferansa Rizgarkirina Efrînê bi gel re parvekirin û bi dehan şêniyên Efrînê tevlî civînê bibûn.

Piştî deqeyekê rêzgirtine delegeya konferansê Fatma Mihemed daxuyanî dawî ya konferansê xwend. Hevserokê Meclîsa kantona Efrînê Mustefa Hesen jî axivî û got:˝Em Efrîn ji dewleta Tirk û çeteyên wê re nahêlin û têkoşîna me ya rizgarkirina Efrînê didome˝.

Hesen di nava gotinên xwe de anî ziman ku wan rewşa Efrînê ji hemû aliyan ve nirxandine û rizgarkirina Efrînê nîqaşkirine.

Her wiha delegeyên konferansê li pêşiya gel rexnedayîna xwe dan û gel jî di nirxandinên xwe de nêrîn û pêşniyarên xwe ji bo rizgarkirina Efrînê anîn ziman.

(np)

ANHA