Merasîma 5 şehîdên Berxwedaniya Serdemê spartin axê

Bi hezaran şêniyên Efrînê û Şehba merasîma 5 şehîdên Berxwedana Serdemê lidar xistin. Cenazeya 3 şehîdan spartin axê û navê du şehîdan jî îlan kirin.

Merasîma 5 şehîdên Berxwedaniya Serdemê spartin axê
Merasîma 5 şehîdên Berxwedaniya Serdemê spartin axê
Merasîma 5 şehîdên Berxwedaniya Serdemê spartin axê
Merasîma 5 şehîdên Berxwedaniya Serdemê spartin axê
Merasîma 5 şehîdên Berxwedaniya Serdemê spartin axê
Merasîma 5 şehîdên Berxwedaniya Serdemê spartin axê
Merasîma 5 şehîdên Berxwedaniya Serdemê spartin axê
Merasîma 5 şehîdên Berxwedaniya Serdemê spartin axê
3 tîrmeh, 2018   18:15
Suzan İraz

Şervanên YPJ/YPG`ê di merasîmê de ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê Ceylan Horîk (Rûstem Cûdî), Gurbet Taksun (Sarya Rizgar), Ferhat Buzkurt (Agir Agirî), Salar Sabûnî (Mesûd Carcîr) û Zinar Çiya merasîam leşkerî lidar xistin û deqeyekê rêz hat girtin. Merasîma şehîdên Berxwedana Serdemê ku 30 hezîranê li gundê Malikiyê yê navçeya Şera ya Efrînê şehîd bûne li navçeya Şehba Ehrezê hat birêxistin kirin.

Her wiha endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Reşîd Şêx Qenber sarsaxî ji malbata şehîdan re xwest û wiha got:˝ Her çiqasî zarokên me ji bo xaka xwe canê xwe feda dikin ew qasî girêdana me bi axa me ve zêde dibe û îradeya me xurt dibe. Em ji dijminê xwe re dibêjin ku ticarî dev ji xaka xwe bernadin û ew ê nikarbin li ser xaka me bimînin˝.

Rêveberiya Kongreya Star Viyan Zinar jî axivî û got:˝ Zarokên me dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê qebûlnakin û berê xwe didin Efrînê da ku li hemberî dijmin şer bikin û Efrîn ji dagirkeran rizgar bikin˝.

Bi navê Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê jî Hêvîn Reşîd di merasîmê de axivî û got:˝ Gelê me yê ku 58 rojan li hemberî êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe dan niha jî li ber xwe didin û em ê têbikoşin heyanî ku Efrînê rizgar bikin˝.

Piştî axavtin bi dawî bûn endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bekir Elîko nasnameya şehîdan xwend û radestî malbata wan kir. Gelê Efrînê bi dirûşmeya `Şehîd Namirin` cenazeya her sê şehîdan spartin axê.

(np)

ANHA