Kirêya xanî û dikanan li Eyn Îsa hate diyarkirin 

Meclisa herêma Eyn Îsa di civînekê de kirêya xanî û dikanan li herêmê diyar kir. 

Kirêya xanî û dikanan li Eyn Îsa hate diyarkirin 
3 tîrmeh, 2018   12:15

GIRÊ SPÎ

Meclisa Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî civînek li dar xist. Di civînê de cîgirên hevserokatiya meclisa herêmê Mistefa Mihemed û Sosin Hemdî  û hevserokên gelek komînên heremê jî amade bûn. Kesên amade li ser kirêya xanî û rewşa welatiyan a xerab nîqaş kirin.

Beşdaran kiriya tesbît kirin û li gorî tesbîta nû kirê wiha ne; dikanên bazirganiyê mehane ji 10-35 hezar lîra, xaniyên ku kes lê dijîn jî 8-25 hezar lîrayên Sûriyeyê.

Hevserokê rêveber Mistefa Mihemed da zanîn ku dê tamîm di vê derbarê de were standin û dê li dikanên bazirganiyê were belavkirin.

 (cu/ew)

ANHA