Li berava Lîbiyayê 63 koçber winda bûn û 41 hatin rizgarkirin

Di xaleke nû ya rêzezincîran serpêhatiyên koçberiyê bi riya derya Spî de, li berava Lîbiyayê keştiyeke din loqî avê bû û di encamê de 63 koçberên keştiyê winda bûn û 41 koçberên din hatin rizgarkirin. Hejmara windahiyan tenê di vê hefteyê de derket 170 koçberan.

Li berava Lîbiyayê 63 koçber winda bûn û 41 hatin rizgarkirin
3 tîrmeh, 2018   10:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Hêzên Deryayî ya Lîbiyayê efserê deryayî Eyûb Qasim ji Ajansa Frans Press re ragihand ku di serê vê sibê de keştiyeke lastîkî li hemberî berava Lîbiyayê loqî avê bibû û di encamê de 63 kes winda ne û wan 41 koçber rizgar kirine.

Her wiha got ku evan 41 kesên ji mirinê hatine rizgarkirin ji ber ku miltanên xweparastinê li xwe kiribûn.

Li gorî îfadeya hin kesên hatine rizgarkirin 104 kes li ser keştiya lastîkî bûn. Berdevk diyar kir ku asayîşa deryayî cenzeyên ti kesan li deverê nedîtine.