Piştî vekişîna Amerîka ji hevpeymana nuklerî dewletên peymanê kom dibin

Wezîrên karên derve yên dewletên ku hevpeymana nukleer a bi Îranê re îmze kirine, cara yekemîn piştî vekişîna Amerîkayê ji hevpeymanê, dê roja Înê li Viyanayê kom bibin.

Piştî vekişîna Amerîka ji hevpeymana nuklerî dewletên peymanê kom dibin
3 tîrmeh, 2018   10:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên karên derve yên Îran û 5 dewletên ku hevpeymana nukleer a bi Îranê re îmze kirine (Almanya, Fransa, Rûsya, Brîtanya û Çîn) dê li paytexta Awusturya Viyaayê roja Înê kom bibin û dê rêbazên mayîna hevpeymana nukleer piştî vekişîna Amerîkayê gotûbêj bikin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê (ÎRNA) civîn li ser daxwaza Îranê tê lidarxistin û tê de wezîrên karên derve yên van dewletan dê pêşniyareke Ewropayê û tedbîrên parastina hevpeymanê gotûbêj bikin.

Ajansê destnîşan kir ku civîneke hevbeş di navbera cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê û her pênc dewletan de di 25'ê meha borî de li Viyanayê hate lidarxistin.

Serokê Amerîkayê Donald Trmp di 8'ê gulana borî de vekişandina Amerîkayê ji hevpeymana nukleer a bi Îranê re ragihand.