Di bin konê sersaxiyê de soz hate dayîn

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Devrim Mêrdîn re xwest. Şehîd Devrim Mêrdîn dema li navçeya Sirînê erka xwe pêk dianî, şehîd bû.

Di bin konê sersaxiyê de soz hate dayîn
Di bin konê sersaxiyê de soz hate dayîn
Di bin konê sersaxiyê de soz hate dayîn
Di bin konê sersaxiyê de soz hate dayîn
Di bin konê sersaxiyê de soz hate dayîn
Di bin konê sersaxiyê de soz hate dayîn
3 tîrmeh, 2018   10:29

QAMIŞLO

Şervanê YPG'ê Ehmed Keleş (Devrim Mêrdîn) li navçeya Sirînê ya kantona Kobanê dema li ser karê xwe bû, di encama qezaya trafikê de, şehîd bû. Duh jî ji aliyê bi sedan kesî ve li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê hate oxirkirin.

Îro jî ji bo şehîd Devrim Mêrdîn li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo konê sersaxiyê hate vekirin. Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, şervanên YPJ/YPG`ê û Meclîsa TEV-DEM`ê serdana konê sersaxiyê kirin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê axaftin hatin kirin.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Elî Umar axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got ku ewê heta dawiyê rêka şehîdên azadiya Kurdistanê bişopînîn û wiha dom kir, "Gelek dewletan ji bo binpêkirina nirxên kurdan li hev kirine. Li dijî van hewldanên wan ji me tê xwestin ku em xeta şehîd Devrim û hevalên wî bişopînin."

paşê li ser navê YPJ/YPG`ê Sîdar Qamişlo axivî û sersaxî ji malabata şehîd re xwest û wiha got, "Emê heta dawiyê xeta şehîdên azadiyê bişopînin."

Sîdar Qamişlo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku şehîdên azadiyê ji bo azadiya axa welatê xwe canê xwe feda kirine û wiha bidawî kir,"Em jî soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîd Devrim û hemû şehîdên azadiyê bin."

serdana konê sersaxiyê dewam dike.

(mk)

ANHA