Li Deraayê careke din şer rûda

Piştî çend saetan ji rawestandina şer li derdora bajarokê Tefes ê bakurê Deraayê, careke din şer û topbaranê dest pê kir. Li aliyê din jî li Deraayê di navbera Rûya û çekdaran de civînên ji bo lihevkirinê didomin. Rûsya bi vê yekê dixwaze hêzên rêjîmê derbasî herêmên muxalîfan bibin.

Li Deraayê careke din şer rûda
3 tîrmeh, 2018   08:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê şer û pevçûn li derdora bajarokên El-Tîra, Tel El-Semin û derdora Tefes ên bakurê bajarê Deraayê di navbera komên çekdar û hêzên rêjîma Sûriyeyê de didomin. Şer piştî çend saetan ji pêkanîna îtîfaqa agirbestê, careke din rûda.

Hêzên rêjîmê bajarên Deraa, Tefes, El-Tîba El-Xerbiya û Mizêrîb bi fûzeyan topbaran dikin.  Hate gotin ku gelek topên ji aliyê çekdaran ve hatin avêtin, li herêmên Deraayê yên di bin serweriya hêzên rêjîmê de ketin.

Li aliyekî din jî di navbera komên çekdar de cudahî çêdibe; hin ji wan lihevkirina bi Rûsyayê re li ser derbasbûna hêzên rêjîmê ya herêmên di bin serweriya wan de qebûl dikin û hin jî vê yekê red dikin.

Li gorî lihevkirinên Rûsyayê bi komên çekdar re gelek herêmên mîna bajarê Besra El-Şam tevlihevkirinên ku navê "Musaleha" lê hate kirin, çêbûn.

Hêzên rêjîmê bi saya wan lihevkirinan firehiya herêmên ji parêzgeha başûr ên ku xistin bin serweriya xwe, kir ji sedî 60.

Li gorî sivîlên ku beşdarî danûstandinan bûne, di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew ji nava şandeya komên çekdar vekişiyane. Daxuyaniya behsa mijarê li ser malpera bi navê Ewqat Ednan El-Musalma hate weşandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew beşdarî lihevkirinan nebûne. Midurê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebdulrehman der barê mijarê de got ku li gorî itîfaqê dê komên çekdar çekên xwe yên giran û navîn teslîm bikin û dê saziyên fermî vegerin kar. Ala rêjîmê wê were rakirin, li deriyê Nesîb ê bi Urdinê re jî wê hêzên rêjîmê bi cih bibin, her wiha dê li ser dirêjahiya sînor bi cih bibin. Li gorî heman çavkaniyan dê rewşa endamên opozîsyonê were sererastkirin.

Di nava du rojên dawîn de herî kêm 13 bajarokên Deraa di encama itîfaqa bi Rûsyayê re ku herî dawî bajarê Besra El-Şam radestî hêzên rêjîmê hatin kirin.

Li gorî NY`yê diyar kir ku di her du hefteyên dawîn de di encama operasyonên li parêzgeha Deraayê ya başûrê Sûriyeyê zêdetirî 270 hezar kes koçber bûn.

Li gorî Buroya Karûbarên Mirovî ya girêdayî rêxistina navdewletî 70 hezar kesan berê xwe daye sînorê Urdinê û rewşa wan ji aliyê rêxistinên mirovî ve hatiye paşguhkirin.

(bx)