Washington: Em hewldanên wergirtina Qirimê nas nakin

Amerîkayê diyar kir ku ew tu carî hewldanên Rûsyayê yên wergirtina Qirimê nas nake û dê cezayên li dijî Rûsyayê berdewam bike heta ku nîvgiravê ji Ukranyayê re vedigerîne.

Washington: Em hewldanên wergirtina Qirimê nas nakin
3 tîrmeh, 2018   08:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh berdevka Koçka Spî Sarah Huckabee Sanders ragihand ku di lûtkeya Rûsya û Amerîkayê de ku tê payîn di nîvê vê mehê de were lidarxistin, behsa doza nîvgirava Qirim nayê kirin. Amerîka di bersiva xwe de diyar kir ku ew tu carî hewldanên wergirtina Rûsyayê ji nîvgirava Qirim a Ukranyayê nas nake û dê cezayên Amerîkayê li ser Moskovê dê berdewam bikin heta ji gava xwe ya sala 2014'an paşve vegere.

Berdevka serokatiya Amerîkayê di civîneke çapemeniyê de wiha got: "Em hewldanên Rûsyayê yên wergirtina Qirimê nas nakin."

Krêmlînê jî ragihand ku di lûtkeya Vladimir Putîn û Donald Trump de ku tê payîn di 16'ê mehê de were lidarxistin, dibe ku ji bilî Qirimê her tişt bê gotûbêjkirin.

Di destpêka sala 2014'an de piştî tevliheviya li herêmên Ukranyayê di encama serhildanên gel li Kiyêv de hişt ku serokê ku alîgiriya Rûsyayê dike were avêtin û leşkerên Rûsyayê jî serweriya xwe li ser Qirimê ferz kir.

Li nîvgirava Qirimê referandumek pêk hat ku piraniya niştecihên wê bi zimanê rûsî diaxivin û di encamê de Moskov di 18'ê adara 2014'an de bi awayekî fermî nîvgirava Qirimê li Rûsyayê zêde kir.