Mijarên di rojnameyên erebî de derketine pêş

Rûsya danûstandinên xwe bi komên çekdar ên başûrê Sûriyeyê re didomîne da ku serweriya xwe li herêmê bê şer ferz bike, ku dibe bandoreke neyînî li Urdin û Îsraîlê bike. Di navbera komên çekdar ên li herêmê de jî parçebûnek pêk tê, nemaze hin kom van hevpeymanan qebûl dikin û hin komên din jî red dikin. Girêdayî mijarên Filistînê jî Misr hewl dide nakokiyên di navbera aliyên Filistînê de bi dawî bike. Li Yemenê jî şandeya navneteweyî hewl dide hevpeymanekê der barê bajarê El-Hudeyda û bendera wê

Mijarên di rojnameyên erebî de derketine pêş
3 tîrmeh, 2018   07:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin bala xwe da ser mijar û aloziya başûrê Sûriyeyê. Li dijî baregehên Tirkiyeyê û Rûsyayê yên li Sûriyeyê êrîş pêk hatin. Rojnameyan rewşa Iraqê û valahiya zagonsazî li welat kirin manşet û behsa aloziya avakirina hikumeta Lubnanê û geşedanên dawîn ên li Yemenê û hin mijarên din kirin.

Çekdarên başûrê Sûriyeyê parçe dibin

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan bala  kişand ser geşedanên dawîn ên li başûrê welat. Rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Ji ber lihevhatinê çekdarên Deraa ji hev  parçe dibin." Rojnameya El-Quds El-Erebî jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Agirê El-Esed çaryeke milyon sûriyeyî koçber kirin. Piştî xweradestkirina tabûrekê ji Rûsyayê re nakokî di nava opozîsyonê de derketin". Rojnameya El-Ereb jî manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Ji ber mercên lihevhatinê li Deraayê di nava opozîsyonê de parçebûn derket".

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî behsa heman mijarê kir û nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Lihevhatinên Busra El-Şam opozîsyon parçe kir". Rojnameyê diyar kir ku ji ber "lihevhatinên" di navbera rêjîma Sûriyeyê û tabûra "Ciwanên Sunnî" ya opozîsyonê de ku ji aliyê Ehmed El-Ewdê ve li bajarê Busra El-Şam tê birêvebirin, di navbera tabûrên başûrê Sûriyeyê de parçebûneke mezin pêk hat.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de destnîşan kir ku tîma rêveberiya aloziyê bi serokatiya parêzer Ednan El-Misalmê xwe vekişandina ji danûstandinên bi Rûsyayê re ragihand û di daxuyaniyekê de wiha got: "Em beşdarî danûstaninên îro (duh) nebûn, em ne aliyekî hevpeymana pêk hatiye ne û tu carî nabin aliyekî wê hevpeymanê." El-Misalmê banga seferberiyê kir û hin aliyên opozîsyonê Ehmed El-Ewdê tawanbar kir û wek "xayîn" bi nav kir. Lê wî jî di tomareke deng de bersivand û wiha got: "Parastina welatiyan li pêş mayîna çekan e.”

Li dijî baregehên dewletên "mîsogerkar" êrîş

Girêdayî geşedanên leşkerî rojnameyan diyar kir ku baregehên leşkerî yên dewletên destwerdana Sûriyeyê dikin û axa wê di bin navê "mîsogerkar" de dagir dikin, rastî êrîşan hatin. Rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Li dijî baregeha Himêmîm êrîş pêk hat". Her wiha "Hêzên rêjîmê xaleke kontrolê ya Tirkiyeyê li Hemayê topbaran kir".

Rojnameyê xwe spart Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê û got ku baregeha Himêmîm a Rûsyayê di Sûriyeyê de bi firokeyên bêpîlot rastî du êrîşên li pey hev hat û hêzên parastina ezmanî yên Rûsyayê hemû firoke xistin. Di heman demê de hin agahî hatin belavkirin ku hêzên Rûsyayê ji hin taxên bajarê Helebê yên di bin serweriya rêjîma Sûriyeyê de ber bi baregeha Himêmîm ve vekişiyan.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de wiha got: "Xaleke kontrolê ya hêzên Tirkiyeyê li rojhilatê bajaroka Mork a li gundewarê bakurê Hemayê ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyeyê ve rastî topbaranê hatiye." Çavkanî û çalakvanên opozîsyonê diyar kir ku hêzên rêjîmê yên li Meherdis, Mehan û Til Eswed xaleke kontrolê ya Tirkiyeyê û derdora wê bi topavêjan topbaran kir û di encamê de aliyekî xala kontrolê şewitî.

Iraq li rex valahiya zagonsazî wekî hikumeta di bin benda 7'emîn de ye

Girêdayî mijar û aloziya Iraqê rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha danî: "Danûstandinên blokên siyasî asteng dibin û dema valahiyê li Iraqê dirêj dibe." Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha anî ziman: "Danûstandinên siyasî yên di navbera aliyên di hilbijartinên Iraqê de bi ser ketine di cih de mane û encamên hilbijartinan hê jî di nava xebatên lêvegerê de ne û tu gav ber bi avakirina hikumeteke nû ve nehatine avêtin."

Rojnameyê destnîşan kir ku ji destpêka meha Tîrmehê ve Iraq derbasî valahiyeke zagonsazî bûye, piştî ku wîlayeta parlemanê ku di sala 2014'an de hatiye hilbijartin bi dawî bû û êdî hikumeta bi serkêşiya Heyder El-Ebadî bi tena xwe rêveberiya welat dike û saziyên wê yên fermî di asta herî jor de gendeliya darayî dikin. Pisporekî qanûnî yê Iraqê rewşa hikumeta El-Ebadî ya niha wekî hikumeta dewletekê ya di bin benda 7'emîn a belgeha Neteweyên Yekbûyî de bi nav kir û guman kir ku ev rewş dibe ku herî kêm 3 mehan dom bike.

Binketiyên hilbijartinên Iraqê alîkariyeke navneteweyî hêvî dikin

Rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Binketiyên di hilbijartinên Iraqê de alîkariyeke navneteweyî hêvî dikin". Rojnameyê diyar kir ku bêçareya li hemberî encamên hilbijartinên giştî li Iraqê û biryara dadgeha federal a lêvegera veqetandina dengan, diyar e hin aliyên di hilbijartinan de bi bin ketine, hê jî hêvî dikin ku encamên hilbijartinan bêne betalkirin û hilbijartin ji nû ve pêk werin an jî sozekî ji Neteweyên Yekbûyî wergirin ku dê lêvegera hemû sindoqên hilbijartinan pêk bîne.

Tevgerên ji bo vekirina girêka avakirina hikumeta Lubnanê

Girêdayî aloziya avakirina hikumeta Lubnanê ya nû rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Ji bo vekirina girêka xiristiyanî di avakirina hikumetê de Ewn û Cehceh li hev dicivin". Rojnameyê diyar kir ku serokê Lubnanê Mîşêl Ewn pêşwaziya serokê partiya El-Qiwat Semîr Cehceh kir da ku girêka xiristiyanî di avakirina hikumeta nû de gotûbêj bikin û hevpeymana Mehrab ji hilewşandinê biparêzin.

Rojnameyê destnîşan kir ku aliyên Lubnanê gelekî hêviyan ji vê hevdîtinê dikin, lê aliyên siyasî yên Lubnanê hişyariyê didin ku hêvî bêne dayîn li rex bandora mezin a zavayê serok Cubran Basîl di biryarên serok de.

Griffiths dîsa çû Senayê da ku hûsiyan razî bike

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Griffiths dîsa serdana Senayê dike da ku hûsî El-Hudeyda bê şer radest bikin." Rojnameyê diyar kir ku şandeya Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths piştî du hefteyan ji serdana Senayê careke din vegeriya Senayê da ku hûsiyan bi razîkirin bide û bajarê El-Hudeyda û bendera wê ya stratejîk bê şer vekişin. Her wiha hewl dide danûstandinên aştiyê yên di navbera hikumeta Yemenê û hûsiyan de ji nû ve bide domandin.

Însiyatîfa Misrê ya lihevhatinê û Ebas behsa vegera desthilatdariyê li Xazeyê dike

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Projeya lihevhatina Filistînê û desthilatdarî nêzîkbûna vegera li Xazeyê nîşan dide". Rojnameyê destnîşan kir ku Misr amadekariya berdewamkirina hewldanên bidawîkirina parçebûna aliyên Filistînê dike û însiyatîfeke nû ji bo lihevhatinê pêşniyar dike. Serok Mehmûd Ebas jî nîşanên mezin a vegerandina desthilatdariyê li Xazeyê dan.

Aloziya siyasî ya Tûnisê ber bi kolanê ve diçe

Girêdayî mijarên Tûnisê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Aloziya siyasî ya Tûnisê ber bi kolanê ve diçe". Rojnameyê diyar kir ku aloziya siyasî ya li Tûnisê bi lez dijwartir dibe û ber bi kolanê ve diçe û nakokiyên di navbera hikumetê de ku piştgiriya xwe ji Tevgera Ronesansa Îslamî werdigire û partî û rêxistinên din zêde dibin ku israr dikin ku ev hikumeta niha were betalkirin û li şûna wê hikumeteke parastina niştimanî were avakirin.