Li Efrînê çete bi hev dikevin

Li Efrînê di navbera komên çete yên girêdayî artêşa tirk a dagirker de dema ku milkên welatiyan ku dizîbûn, li hev parve dikirin, pevçûn derket. Li aliyê din li nêzî Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê mayinek teqiya.

Li Efrînê çete bi hev dikevin
3 tîrmeh, 2018   07:05

EFRÎN

Çavkaniyeke ji bajarê Efrînê ji ajansa me (ANHA) yê re ragihand ku duh di nîvê şevê de li nêzî Dibistana Salih El-Elî ya li taxa Eşrefiyê ya Efrînê komên çete yên artêşa tirk milkên welatiyan ên dizîbûn li hev parve dikirin. Di dema parvekirinê de di navbera çeteyan de pevçûn derket.  Di encamê de gule bê ser û ber hatin reşandin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku çete talankirin û diziya mal û milkên welatiyan didomînin û ev tişt anî ziman: "Ên ji malên xwe derdikevin, malên wan bi temamî tê dizîn."

Çavkaniyekî din jî diyar kir ku duh saet derdora 24.00'an li nêzî Nexweşxaneya Avrîn mayinek teqiya. Der barê encama teqînê de tu agahî nehatin bidestxistin.

Çavkanî her wiha destnîşan kir ku li kantona Efrînê aloziyeke mezin didome û artêşa tirk û çeteyên yên bu navê "Ehrar El-Şerqiye, Polîsên Azad, Polîsên Leşkerî" piştî teqînê seferber bûn û çûn û hatina derdorê bi temamî qut kirin.

ANHA