'Ebû Kibêh' dê qîrê ji bo riyên Tebqa û Reqayê peyda bike

Saziya Avakirina Avahiyên Giştî ya herêma Tebqa ji bo aktîfkirina navenda "Ebû Kibêh" a çêkirina madeya qîrê (isfelet) bi lez di nava xebatan de ye. Tê payîn ku di van mehan de madeya qîrê ji riyên bajarên Tebqa û Reqayê re peyda bike.

'Ebû Kibêh' dê qîrê ji bo riyên Tebqa û Reqayê peyda bike
'Ebû Kibêh' dê qîrê ji bo riyên Tebqa û Reqayê peyda bike
'Ebû Kibêh' dê qîrê ji bo riyên Tebqa û Reqayê peyda bike
'Ebû Kibêh' dê qîrê ji bo riyên Tebqa û Reqayê peyda bike
3 tîrmeh, 2018   07:19

TEBQA

Saziya Avakirina Avahiyên Giştî ya herêma Tebqa ji bo aktîfkirina navenda "Ebû Kibêh" ya gundewarê bakurê bajarê Tebqayê ya çêkirina madeya qîrê bi lez di nava xebatan de ye.

Xebatên aktîfkirina vê navendê ev du meh in berdewam dikin û di 23'ê gulana 2018'an de weke tecrûbe miqdara destpêkê ya madeya qîrê hate çêkirin da ku pê hin riyên bajarê Tebqayê sererast bikin. tê payîn ku du ceneratorên kehrebeyê yên mezin ji vê navendê re bêne peyda kirin da ku kar û xebatên xwe bi awayekî leztir bide meşandin.

Di derbarê pilansaziya navendê de Endamê Rêveberiya Navenda Ebû Kibêh endezyar Mueyêd Ebdilrehman wiha got: "Armanca me qîrkirin û sererastkirina hemû riyên bajarên Tebqa û Reqayê ye, nemze ev bêtirî 5 sal in hatine paşguhkirin. Em hewl didin projeya xwe bi rêk û pêk bi cih bûnin û li gorî pîvanan madeya qîr çêbikin. Di vê navendê de bêtirî 20 pisporên van xebatan kar dikin."

Ebdilrehamn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî mehekê  ev navend dê di xizmeta welatiyan û şaredariyên herdu bajarên Tebqa û Reqayê de be.

ANHA