Li Silêmanî depoya cebilxaneyê teqiya

Depoyeke çek û teqemeniyê li Silêmaniyê teqiya û bi sedema teqînê agireke mezin bi herêmê ketiye. Di teqînê de 2 pêşmerge birîndar bûn.

Li Silêmanî depoya cebilxaneyê teqiya
2 tîrmeh, 2018   20:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro saet 22.30’yê derengê şev teqînek di depoya çek û teqemenî ya bi navê Barûtxane tê nasîn ya li taxa bajaroka Taslûce ya serbi bajarê Silêmaniyê rû da.

Rêveberê Ragihandin û Polîsên Silêmanî Serdar Mihemed ji ajansa Rojnewsê re got ku ew sedema teqînê nizanin.

Berdevkê Hêzên 70’ê yên YNK’ê Emîd Ehmed Letîf jî ragihand ku 2 pêşmerge di bûyerê de birîndar bûne.

Piştî teqînê agireke mezin bi herêmê ket û niha ekîbên agirkujiyê û parastina bajêr hewla kontrolkirina agir didin.