NY: 270 hezar kes ji başûrê Sûriyeyê koçber bûn

Komîseriya NY’yê ya kar û barên koçberan da zanîn ku hejmara koçberên ji başûrê Sûriyeyê ji 270 hezarî derbas bûye.  

NY: 270 hezar kes ji başûrê Sûriyeyê koçber bûn
2 tîrmeh, 2018   13:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî serweriya hêzên rêjîmê li ser Xûtaya Rojhilat û bi peymana Rûsya û Tirkiyeyê ku bihêlin dewleta tirk Efrînê dagir bike, li hemberî wê jî çeteyên xwe ji Xûtaya Rojhilat derxe û ber bi başûr ve bibe, li başûrê Sûriyeyê şer û pevçûn dijwar bûn.

Di heman demê de gund û bajarokên Deraa ji aliyê rêjîmê û balafirên Rûsyayê ve hatin bombebarankirin û vê yekê hişt ku gelek şêniyên herêmê dev ji warê xwe berdin û berê xwe bidin sînoran.

Di vê derbarê de berdevkê Komîseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya kar û barên koçberan li Urdinê, Mihemed El- Hiwarî ji Reutersê re da zanîn ku ji ber şer û pevçûnên beriya du hefteyan ve rûdidin, derdora 270 hezar kes koçber bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî da zanîn ku di 19`ê Hezîranê de ji ber topbarana hêzên rêjîm û balafirên Rûsyayê li Deraayê 132 kes hatine kuştin ku di nav wan de 25 zarok û 23 jin jî hene.

(cu/ew)

ANHA