Koçber bi gazinc in û rêveberî ji bo çareserkirinê dixebite

Li kampa koçberan a Eyn Îsayê pirsgirêka kêmbûna avê tê jiyankirin, ev yek ji bo koçberan cih gazincê ye. Rêveberiya Kampê soza çareserkirinê daye û banga alîkariyê li rêxistinên mirovî dike.

Koçber bi gazinc in û rêveberî ji bo çareserkirinê dixebite
Koçber bi gazinc in û rêveberî ji bo çareserkirinê dixebite
Koçber bi gazinc in û rêveberî ji bo çareserkirinê dixebite
Koçber bi gazinc in û rêveberî ji bo çareserkirinê dixebite
2 tîrmeh, 2018   06:49

SEMÎRA DAWÛD / GIRÊ SPÎ

Bi hatina havînî û bilindbûna pileya gerêmê re pêwîst bi avê zêde dibe. Lê li kampa Eyn Îsayê ya girêdayî kantona Girê Spî ya ku 13 hezar koçberî dihewîne, pirsgirêka kêmbûna avê tê jiyankirin. Bi taybet li beşê rojava yê kampê av pir kêm e û têra koçberan nake.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê rêveberiya kampê bi hevkariya Meclîsa Sivîl a Reqayê sehrîcên avê yên mezin anîn kampê û rojane 25 lître av para her koçberekî belav dike. Lê ev miqdar têra pêwîstiya rojane ya koçberan nake.

Wekî Ajansa Nûçeya a Hawarê me rewşa koçberan şopand. Koçberan bi riya ajansa me bang li aliyên têkildar û Rêveberiya Kampê kirin ku sarîcên avê zêde bikin û bila bi awayekî wekhev were belavkirin.

Koçberan her wiha anîn ziman ku gelek caran li ser gave nakokî di navbera wan de derdikeve.

Rêveberê kampê  Celal Eyaf li ser pirsa kêmkirina avê û veqetandina 25 lîtreyan ji bo her malbatekê wiha bersiv da, "Beriya ku em miqdarê avê diyar bikin, me dît ku koçber avê zêde xeric dikin, tevî vê yekê jî avê hîna xeric dikin, ji ber vê yekê me ev miqdar diyar kir."

Her wiha Eyaf diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê ew hewil didin ku dema xebitandina motorê avê zêde bikin û destnîşan kir ku ji ber pirsgirêk di cenatorê avê de hene, zêdekirina avê jî wê hinekî dereng bimîne.

Eyaf bang li aliyên têklidar kir ku alîkariya wan bikin û pêdiviyên koçberên kampê peydebikin.

(şx)

ANHA