′Enqere û Riyad madeyên kîmyewî didin çeteyên Cebhet El-Nusra′

Rojnamevanê ji Amerîkayê yê ku xelata Pulitzer a rojnamevaniyê wergirtiye Seymour Hersh got ku Enqere û Riyad madeyên kîmyewî didin çeteyên Cebhet El-Nusra yên li Sûriyeyê.

′Enqere û Riyad madeyên kîmyewî didin çeteyên Cebhet El-Nusra′
1 tîrmeh, 2018   13:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevanê amerîkayî yê ku xelata Pulitzer a rojnamevaniyê girtiye Seymour Hersh tekez kir ku Enqere û Riyad madeyên kîmyewî yên sereke di çêkirina gaza sarîn de didin çeteyên Cebhet El-Nusra yên li Sûriyeyê.

Hersh ji televîzyona Rûsyayê El-Yûm re axivî û diyar kir ku raporên îstîxbaratî destnîşan dikin ku gaza ku di sala 2013`an de di êrîşên li ser Xûtaya Rojhilat hate bikaranîn ne gaza ku di bin serweriya hêzên rêjîmê de bû.

Tê zanîn ku di destpêka aloziya Sûriyeyê de serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan (wê demê serokwezîr bû) alîkarî dida komên terorîst û di serî de çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra.

Rojnameya Cumhuriyet a Tirkiyeyê di sala 2013`an de dîmen û fotoyên ku çawa erebeyên bar çek û cebilxaneyên ku ji aliyê partiya AKP`ê ve ji komên çete ku li Sûriyeyê bûn û di serî de Cebhet El-Nusra re dihatin şandin, weşand. Ji ber vê yekê polîsên Tirkiyeyê weşana rojnameyê sekinand û edîtorên rojnameyê bi tawanbariya ku tiştên nepen ên dewletê aşkera dike, binçav kirin.

(bx)