Koreya Bakur çalakiyên xwe yên nuklerî ji Amarîka vedişêre

Rojnameya Waşinton Post diyar kir ku Koreya Bakur a ku di lûtkeya dîrokî de ya di navbera herdu serokên Amarîka û Koreya Bakurê de soz da ye ku dê ber bi tunekirina çekên xwe yên nuklerî ve biçe, niha hewl dide çalakiyên xwe yên nuklerî ji Amarîka veşêre.

Koreya Bakur çalakiyên xwe yên nuklerî ji Amarîka vedişêre
1 tîrmeh, 2018   09:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Waşinton Post li ser zimanê rayedarên Amarîka ku nexwestin nasnameya wan were diyarkirin ragihand ku nîşanên ji lûtkeya 12'ê Hizêranê ya di navbera serokê Amarîka Donald Trump û serokê Koreya Bakur Kîm Cong- Un de hatine wergirtin, nîşan dide ku baregehên veşartî yên çalakiyên nuklerî yên Koreya Bakur hene.

Rojnameyê diyar kir ku Koreya Bakur hewl dide beşekî ji cebilxaneya xwe ya nuklerî ji Amarîka veşêre. Ev yek tê wateya ku dê bernameya xwe ya nuklerî berdewam bike, tevî ku soz da ye Waşintonê ku dê ber bi tunekirina çekên nuklerî ve biçe.

Di dawiya hefteya borî de toreya telefîzyona Amarîka NBC radihgand ku Biyong Yang çalakiyên xwe yên derxistina sotemeniyên nuklerî li gelek baregehên veşartî zêde kiriye.