Li Dêrazorê şaneyên razayî yên DAIŞ hatin girtin

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê opersyon da destpêkirin, di encamê de hin çete hatin girtin û alavên wan ên leşkerî hatin rûxandin.

Li Dêrazorê şaneyên razayî yên DAIŞ hatin girtin
1 tîrmeh, 2018   09:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li dijî şaneyên razayî yên çeteyan opersyon pêk anîne û hejmarek çete girtine.

Daxuyaniya meclisê ku li ser malpera wan a fermî ya QSD'ê hate weşandin wiha ye:

"Di demên dawîn de li Dêrazorê tevgera şaneyên razayî  yên çeteyên DAIŞ, rêxistina Qaîde û rêjîma Sûriyayê gelekî zêde bûn. Van şandeyan gelek sivîl armanc girtin û ji ber wan me gelek şehîd dan. Çeteyan bi rêya erebeyên bombebarkirî, motorsîkletên bombebarkirî û bi rêya çandina mayinan êrîşên xwe pêk tanîn. Êrîşên wan li dijî  hêzên leşkerî û sivîlan pêk dihat.

Ji ber vê yekê û li ser daxwaza şênî û şêxên êlan ji bo paqijkirina herêmê ji komên çete û şaneyên razayî yên ku sivîl û leşker armanc digirtin, me dest bi paqijkirina gundên parêzgeha Dêrazorê kir. Operasyona paqijkirinê ji ser sînorê bajarokê Mergeda ji aliyekî ve û ji aliyekî din ve jî ji aliyê El-Besîra ve hate destpêkirin. Piştî ku agahiyên pêwîst hatin girtin, opersyon da ku bi encam bi dawî bibe, pêk hat. Di dema operasyona paqijkirinê de gelek çeteyên ku çekên bêdeng, mayin û erebeyên bombebarkirî bi wan re bûn hatin girtin û alav û çekên wan hatin ruxandin.

Di dawiya operasyonê de hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê da zanîn ku ev operasyon bi serkeftî derbas bû. Ji ber ku ev kesên ku hatin girtin wê radestî dadgehan werin kirin."