Îraq derbasî valahiyeke zagonsazî dibe, El-Cebûrî parleman silav kir

Ji sala 2003'an ve cara yekemîn e Îraq derbasî valahiyeke zagonsazî dibe. Li aliyekî din serokê parlemanê ku wîlayeta wî bi dawî bûye Selîm El-Cebûrî meclîsa nû ku piştî encamên veqetandina dengên hilbijartinê bêne erêkirin dê misyona xwe têde werbigire silav kir.

Îraq derbasî valahiyeke zagonsazî dibe, El-Cebûrî parleman silav kir
1 tîrmeh, 2018   09:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro ji sala 2003'an ve ji dema ku rêjîma Sedam Hisên hatiye hilweşandin ve Îraq cara yekemîn e derbasî valahiyeke zagonsazî dibe, piştî ku dewreya sêyemîn a parlemanê bi dawî bû.

Serokê parlemanê Selîm El-Cebûrî di demek borî de bidawîbûna wîlayeta parlemanê di roja şemiyê de ragihand, eger neyên nûkirin û di civîneke çapemeniyê de di 28'ê Hizêran de diyar kir ku dewreya parlemanê di roja şemiyê de bi dawî dibe eger dema wê nehat dirêjkirin.

Cîgirê serokê parlemanê Aram Şêx Mihemed di dawiya civîneke agahdarkirinê de ku 127 parlemanter ji giştî 328 parlemanteran beşdar bibûn û serokê parlemanê Selîm El-Cebûrî amade nebû bi dawîbûna dewreya sêyemîn a parlemanê ragihand.

El-Cebûrî di nivîseke xwe ya li ser Tiwetterê de wiha got: "Ez meclîsa nû silav dikim. Ez hêvîdar im were erêkirin da ku peywira xwe ya niştimanî temam bike û hikûmeta welat ava bike."         

El-Cebûrî di berdewama nivîsa xwe de ev tişt anîn ziman: " di van 4 salên borî de ku bi astengiyan dagirtî bû, parlemanê bi dehan qanûnên dîrokî erêkirin û zemîneke xurt ava kir û bilokbûyîn tune kir."