Jinên Efrîn û Şehbayê li hemberî dagirkeriya tirk meşiyan

Jinên Efrîn û Şehbayê diyar kir ku li ser şopa şehîd Avesta, Barîn û Zîlanan dê Efrînê ji dagirkeriya tirk rizgar bikin.

Jinên Efrîn û Şehbayê li hemberî dagirkeriya tirk meşiyan
1 tîrmeh, 2018   09:42

 ARIF SILÊMAN - ELÎ KEDRO / ŞEHBA 

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê duh bi meşekê bi boneya salvegera şehadetê wê, şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) bi bîr anî û dewleta tirk û çeteyên wê li Efrîn şermezar kirin.

Jinan da zanîn ku Zîlan jiyana azad ji jinan re da avakirin û li hemberî desthilatdariyê şer kir û da zanîn ku Avesta û Barîn li ser rêya şehîd Zîlan meşiyan û ew jî wek jin dê rêya wan bişopînin.

Di vê derbarê de welatiya bi navê Rîhab Hibo ya ji pêkhateya ereb, wiha got: "Em wek jinên Şehbayê em tev li pêngava "Serî hildin û ji bo Efrînê li ber xwe bidin " bûn û bi giyanê Avesta, Zîlan û Barînan em ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin û çeteyên dewleta tirk ji welatê xwe derxin."

Şêniya bi navê Sozan Mistefa ya ji herêma Efrînê jî da zanîn ku armanca wan ji vê meşê ew e ku dewleta tirk a dagirker şermezar bikin û wê Efrîn bi saya xwîna şehîdan bê rizgarkirin.

Ji aliyekî din ve jî welatiya bi navê Ayşe Xezna da zanîn ku ew wek jinên kantona Efrînê li hemberî kiryarên dewleta tirk a dagirker bê deng namînin û wiha berdewam kir:  "Em li benda dewletên ku Efrîn dagir kirin namînin û em ê bi saya têkoşerên fedayî tev bigerin."

(cu/ew)

ANHA