YPG‘ê nasnameya 5 pakrewanên Berxwedana Serdemê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG‘ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanan ku di demên cuda de di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûne, ragihandin.

YPG‘ê nasnameya 5 pakrewanên Berxwedana Serdemê eşkere kir
YPG‘ê nasnameya 5 pakrewanên Berxwedana Serdemê eşkere kir
YPG‘ê nasnameya 5 pakrewanên Berxwedana Serdemê eşkere kir
YPG‘ê nasnameya 5 pakrewanên Berxwedana Serdemê eşkere kir
YPG‘ê nasnameya 5 pakrewanên Berxwedana Serdemê eşkere kir
30 hezîran, 2018   14:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG‘ê ku li ser malpera fermî ya YPG‘ê hatibû weşandin de wiha ye;

"Encamên agahiyên berfireh a di derbarê çalakiyên li hemberî artêşa dagirker ya Tirk û çeteyên girêdayê wê de ku tên meşandin wiha ye;

1.Di dîroka 27’ê Adara 2018’an de li navçeya Şêrawa a girêdayî Efrînê gundê Kilbêşînê komek girêdayê hêzên me li hember hêzên artêşa dagirker ya Tirk û çeteyên girêdayê wê re çalakiyek lidarxistiye. Di vê çalakiyê de hêjmarek leşkerên Tirk û çeteyên girêdayê wê hatiye kuştin, di derbarê kuştî û birîndaran de agahiyek zelal negihiştiye destê me. Di vê çalakiyê de hevalê me Ciwan Palû di encama şerekî dijwar de bi qehremanî şer kiriye û gihiştiye şehadete nasnameya hevalê me yê ku şehîd ketiye wiha ye;

Nasnav:Ciwan Palu

Nav û Paşnav:Mahsum Karadag

Navê Dayikê:Xanim

Navê Bav:Naîm

Cih û Dîroka Şehadetê:Efrîn / Şêrawa / Gundê Kibêşînê / 27‘ Adara 2018

2. Di roja 19’ê Hezîranê li qada Kefer Mizê a girêdayî Şera ya Efrînê leşkerên dijmin û çeteyên ku li wir bicîh bûbûn yekîneyekî me li hember wan çalakiyek lidarxistiye. Encamê çalakiyê ji aliyê me nehatiye zelalkirin, di encama şerê ku derketiye rêhevalê me Bahoz Tekman heya dawîya gûleya xwe şer kiriye û tevlî kerwanên şehîdan bûye.

Nasnav:Bahoz Tekman

Nav û Paşnav:Elî Seîd Cîhanoglu

Navê Dayikê:Xedîce

Navê Bav:Sayim

Cih û Dîroka Şehadetê:Efrîn / Şera / Gundê Kefer Mizê / 19‘ê Hezîrana 2018

3. Me di daxuyaniya xwe a bi dîroka 28’ê Hezîranê de di derbarê şerê di 2-4’ê Nisanê de ya hêza leşkerên Tirk û çeteyên girêdayê wê ku li çiyayê Hewar de girêdayê navçeya Reco a Efrînê de bicîh bûbûn ji aliye komek me ve çalakiyek hatibû lidarxistin ragihandibû. Di vê çalakiyê de dijmin wendahiyek mezin daye, mewziyên wan hatibû îmhakirin. Di encama vê çalakiyê ku hatibû lidarxistin 3 hevalên me bi qehremanî şer kirine û gihiştine şehadete. 

Nasnameya hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ye;

Nasnav:Argeş Botan

Nav û Paşnav:Ibrahîm Îrtegûn

Navê Dayikê:Xezal

Navê Bav:Abdulqadir

Cih û Dîroka Şehadetê:Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 2‘ Nîsana 2018

Nasnav:Brusk Amed

Nav û Paşnav:Abdullah Ersan

Navê Dayikê:Rahîme

Navê Bav:Elî

Cih û Dîroka Şehadetê:Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 2‘ê Nîsana 2018

*************

Nasnav:Welat Rûmet

Nav û Paşnav:Fatma Sabah

Navê Dayikê:Duriye

Navê Bav:Muyîdîn

Her hevalê me ku seknekî berxwedêrî derxistine holê û gihiştine şehadete, li hember dagirkeriyê nîşaneya  rihek fedaî a binneketinê ye.em van hevalên xwe yên ku bi rihek tekoşînê girêdayê tekoşînê bûne û gihiştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin û em soza girêdaybûna mezinkirina şerê tekoşînê dûbare dikin."