Di navbera du komên çete de li Efrînê şer derket

Hate ragihandin ku li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê di navbera du komên çeteyê yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê de ku navên wan naskirin şer rû dide.

Di navbera du komên çete de li Efrînê şer derket
30 hezîran, 2018   15:07

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji hindirê bajarê Efrînê dane nûçegihanên me; li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê di navbera du komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ku navên nehatin naskirin şer derket. Çavkaniyan destnîşan kirin ku şer piştî biryara derxistina komeke ji bajarê Efrînê û şandina wê ber bi navçeya Şêrawayî ve rû de. Çavkaniyan  gotin ku koma biryara şandinê derheqê wê de hatiye standin qebûl nekir ji bajêr derkeve, lewma şer rû da.

Şer heta niha berdewam e, derbarê kuştî û birîndaran tu agahî bidestxistin.

(bb)

ANHA