Li Efrînê piştî teqînan zêdeyî 100 sivîl hatin revandin

Hate ragihandin ku çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlên Efrînê didomînin. Piştî teqînên dawî ku li navenda bajêr rû dabûn, hêzên dagirker operasyonên binçavkirinê da destpêkirin û zêdeyî 100 welatî hatin revandin. Li hemberî binpêkirinan şênî daketin qadan.

Li Efrînê piştî teqînan zêdeyî 100 sivîl hatin revandin
30 hezîran, 2018   14:08

EFRÎN

Çavkaniyekî ji hindirê girtîngeha dibistanê ji bo jiyana xwe nexwest navê xwe eşkere  bike ragihandin ku hejmara kesên hatin revandin û di girtîgehê de ne derket 100 û destnîşan kir ku temenên wan di navbera 18 û 60 salî de, piraniya wan şufêr in, di dema teqîn rû dan, ew jî li cihê teqînê bûn.

Heman çavkaniyî destnîşan kir ku çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker derheqê kesên revandine de her cûre êşkence dikin û hin jî wan piştî ku kêmanî hezar û 500 dolar ji malbatên wan standin ew serbest berdan.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, dewriyeyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li navenda bajêr û taxa Eşrefiyê zêde bûne û digirin ser malan û bi bihaniyên ne di cih de erebeyên wan desteser dikin.

Li hemberî binpêkirinên dagirkeran, şêniyên taxa Eşrefiyê daketin qadan.

ANHA