Amerîka, Brîtanya û Norwecê banga sekinanda şerê li Sûdan kir

Amerîka, Brîtanya û Norwecê bang kir ku şer û îşkenceya der heqê sivîlan de li Sûdanê pêk tê, were rawestandin.

Amerîka, Brîtanya û Norwecê banga sekinanda şerê li Sûdan kir
30 hezîran, 2018   09:11

NAVENDA NÛÇEYAN

LI rojhilatê Sûdanê lihevhatina aştiyê roja Çarşemê hate kirin da ku şerê navxweyî were rawestandin. Lihevkirin piştî du rojan di navbera serok Selfa Kêr û cîgirê serokê berê yê rojhilatê Sûdana Rêk Meşar de pêk hat.

Amerîka, Brîtanya û Norwecê bi daxuyaniyekê da zanîn ku divê koçberên rojhilatê Sûdanê vegerin warên xwe û alîkariyên mirovî ji wan re werin pêşkêşkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê rewşa ewlekariyê li welat baş bibe û îşkenceya ku li sivîlan tê kirin, were sekinandin. Lihevkirina aştiyê dibe ku ji aliyê pêkanînê û sînorên desthilatdariya ve alîkarî pêk were û hilbijartinên azad werin kirin û bal kişand ser astengiyên ku li hemberî pêvajoya aştiyê derkevin.

Her wiha şerê navxweyî li rojhilatê Sûdanê di sala 2013`an de pêk hat, piştî ku dewleta Sûdanê bi du salan serxwebûna xwe ragihand.

Rêk Meşar yê damezirînerê Tevgera Gelêrç ji bo Rizgarkirina Sûdanê (SPLM ) ku hêza li dijî  hikumeta Xertûmê jî pêk dianî ji bo ku ji rojhilat  bê qutkirin û fermandarekî sereke bû di aliyê çekdarî de.

Tê zanîn ku Meşar di cihê xwe de ma hetanî ku dewleta Rojhilatê Sûdanê di sala 2011`an de hate damezirandin û ji kar hate derxistin, piştî ku serok Selfa Kêr Miyardît guhertin di nava wezaretan de çêkir.  

(cu/ew)