Çete welatiyan neçarî dayîna xwînê dikin

Çeteyên artêşa tirk a dakirker şêniyên Efrînê neçar dikin ku xwînê bidin birîndarên wan ên di teqînên roja çarşemê pêk hatin de birîndar bûne.

Çete welatiyan neçarî dayîna xwînê dikin
30 hezîran, 2018   08:54

EFRÎN

Roja çarşemê li bajarê Efrînê 3 teqîn li pey hev pêk hatin. Di encamê de derdora 36 çete hatin kuştin û 50 çete jî birîndar bûne.

Çeteyên birîndar rakirine nexweşxaneyên leşkerî yên li Efrînê. Çete welatiyên Efrînê bi zorê neçar dikin û wan dibin nexweşxeyan da ku bi darê zorê xwînê bidin çeteyên wan ên birîndar.

Çavkaniyan der barê mijarê de got ku çeteyan piştî teqînê 25 welatî bi zorê birin nexweşxaneyê da ku xwînê bidin.

Revandina welatiyan

Li aliyekî din jî çavkaniyan destnîşan kir ku koma çete ya El-Hemzat 3 ciwanên bi navên Silêman Zekî Mustefa, Ebid Mihemed Siwêdan û Rizgar Nebî Mûsa ên ji gundê Xezawiye yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi îdayên ji rastiyê dûr revandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan ciwan birin cihên nediyar û heta niha tu agahî der barê wan de nehatine bidestxistin.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku çete rêyên sereke yên li kantonê digirin, her wiha rêyên diçin navçeyan jî bi bendên ji axê digirin. Ev piştî teqînan pêk hat, di heman demê de artêşa tirk a dagirker hejmara endamên xwe li bajarê Efrînê zêde dike.

ANHA